02:48 19 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Di bombebarana Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê de rojnamevan birîndar bûn

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di topbarana bajarê Lezqiyeya Sûriyeyê de rojnamevanên rûsî û biyanî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di topbarana bajarê Lezqiyeya Sûriyeyê de rojnamevanên rûsî û biyanî birîndar bûn.

    Di topbarana bajarokê Kensabaya Lezqiye ya Sûriyeyê de ku li sînorê Tirkiyeyê dikeve, gelek rojnamevanên rûsî, çînî, bulxarî û kanadayî jî di nav de birîndar bûn.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku topbaran ji xaka Tirkiyeyê hat kirin.

    ​Hat ragihandin rojnamevanên ku di êrişa topbaranî de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê.

    Di 27ê Sibatê de bi hewldana dewleta Rûsya û Amerîkayê peymana agirbestê hatibû ragihandin.

    Herêma agirbestê hedef girtin

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê êrişa rojnamevan de got: ‘ Êrişa topbaranî ji nav xaka Tirkiyeyê li herêma ku agirbest hatibû avakirin hat kirin û rojnamevanên ku gera çapemenî dikirin birîndar bûn. Herêma ku rastî topbaranê hatiye di nava agirbestê de ye.

    Li gorî zanyariyên pêşî, nûçegihanê RIA Novostiyê, RTya îspanyolî û erebî jî di nava birîndaran de ne.

    Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyekî artêşa Sûriyeyê êrişa topbaranî ji terefê rêxistina El Nûsrayê ku tev li agirbestê nebû hat kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrika Çiyayê Maziyê teqîn - 2 rojnamevan hatin binçavkirin
    Rojnamevan Refîk Tekîn bi ‘piştgiriya terorê' hat sûcdarkirin
    Di 2015an de 65 rojnamevan hatine kuştin
    Pamuk: Hetanî rojnamevan di girtîgehan de bin tu nikare daxwaza YEyê bike
    Rojnamevan Frederike Geerdink cara diduyan hate girtin
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Lezqiye, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de