07:04 23 Çile 2018
Zindî
    Binçavkirin

    Li Norşîna Bedlîsê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin

    © Foto: basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyon û binçavkirina dewleta tirk ya li dijî kurdan dewam dikin. Li Norşînê di encama serdegirtina malan ya polêsan de 5 endam û rêvebirên DBPê hatin binçavkirin.

    Bedlîs — Li navçeya Norşîna Bedlîsê polêsan serê sibe bi ser malan de girtin hate ragihandin ku serokê Partiya Herêmên Demokratîk a navçeyê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

    Kesên ku ji aliyên polêsan ve hatin binçavkirin wiha ne:

    Hevserokê DBPê ya navçeyê Erin Kutdenur, rêveberê partiyê Zabit Kayar û endamên DBPê Şevder Bingul, Bedrettin Damar û Abdulmenaf Akkurt hatin binçav kirin

    Herwiha kesên ku hatin binçavkirin birin Midûryeta Polêsan a Bedlîsê. Bihaneya girtina wan kesan nehat hînbûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Êlihê êrişa çekdarî
    Li Cizîrê qedexeya derketina derve tê rakirin
    Cenazeyên 7 kesên qirkirî defnê goristana bêkesan kirin!
    Cizîra Şirnexê ji ber şer û pevçûnan wêran bûye
    3 rojnamevanên kurd hatin binçavkirin
    Etîketan:
    serdegirtina malan, kurd, binçavkirin, Operasyon, Abdulmenaf Akkurt, Bedrettin Damar, Şevder Bingul, Zabit Kayar, Erin Kutdenur, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de