02:56 18 Çile 2018
Zindî
    stenbol

    Ewlehiya Stenbolê 22 hezar polêsî dişîne bajarên kurdan

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya HaberTurkê, Ewlehiya Stenbolê ji 38 hezar polêsên xwe 22 hezaran dişîne bajarên kurdan.

    Stenbol — Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyayê bi nivîsekê Ewlehiya Stenbolê xwest ku tayînên sala 2016an heta destpêka havînê eşkere bike.

    Li gorî nivîsê divê Ewlehiya Stenbolê divê heta destpêka havînê serkomsêr, komsêr, polêsên ku dê biçin bajarên kurdan kifş bike û agehiyê bide Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyayê; herwiha ew kesên ku naxwazin herin jî divê hinceta xwe ya neçûnê bi awayekî nivîskî pêşkêşî rêveberiya xwe bikin.

    Piştî ku hejmar diyar bû 1ê Gulanê dê tayînên serkomsêr, komsêr û polêsan; herwiha 1ê Hezîranê jî mudîrên ewlehiyê û amirên ewlehiyê dê bê eşkerekirin. Biryar e ku di tayînên 1ê Gulanê û 1ê Hezîranê de bi qasî 22 hezar polês, komsêr, serkomsêr, mudîrê ewlehiyê û amirê ewlehiyê diyar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li Derayê ji hezarî zêdetir mixalif çek danîn
    Li Cizîrê qedexeya derketina derve tê rakirin
    Li Stenbolê bi helîkopteran operasyona binçavkirinê
    Demîrtaş: ‘Bila gelê Amedê di 2ê Adarê de ji bo Sûrê rabin ser lingan'
    Duhî 245 penaber ji Tirkiyeyê vegeriyan Kobaniyê
    Etîketan:
    bi awayekî nivîskî, hinceta neçûnê, komsêr, serkomsêr, destpêka havînê, tayînên sala 2016an, polês, bajarên kurdan, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyayê, Rêvebiriya Ewlehiya Stenbolê, Tirkiya, Stenbol, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de