14:54 24 Çile 2018
Zindî
    Dera

    Li Derayê ji hezarî zêdetir mixalif çek danîn

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Peymana Agirbesta aliyên Sûriyeyê kete roja çaremin û li başûrê rojavayê welêt li bajarê Derayê ji hezarî zêdetir mixalif çek danîn.

    Navenda Nûçeyan — Peymana Agirbesta aliyên Sûriyeyê kete roja çaremin û li başûrê rojavayê welêt li bajarê Derayê ji hezarî zêdetir mixalif bi hikumeta Sûriyeyê re li hev kirin û çek danîn.

    Agirbesta ku di 27ê Sibatê de kete meriyetê, digel îdiayên îxlalkirinê jî berdewam e. Li gorî ajansa RIA Novostiyê, li başûrê rojavayê welêt li bajarê Derayê ji hezarî zêdetir mixalif bi hikumeta Sûriyeyê re li hev kirin û çek danîn.

    Li gorî nûçeyê, li bajarê Derayê di nava berpirsê îstîxbarata leşkerî yê Sûriyeyê Wefîq Nessir, milîtanên Artêşa Azad a Sûriyeyê, Tuxaya Yermukê û hêzên parastina herêmî de hevdîtin çêbû.

    Waliyê bajarê Derayê Xalid Hennus di civîna çapemenî de pirsên rojnamevanan da û got: ‘ Di çarçoveya li hev kirina neteweyî de em ê peymana agirbestê bi grûbên din re jî îmze bikin. Yên ku bi dile xwe dev ji şer berde û çekên xwe deynin, dikarin têkevin jiyana xwe ya asayî û wê ji terefê dewletê ve werin parastin.'

    Bi heman mijarî:

    Mixalifên civîna Riyadê: ‘Agirbest bêyî ku dest pê bike qediya'
    Rûsya: ‘Mixalifên nerm û grûbên terorîst çend caran agirbest îxlal kirin'
    Tirkiye bi êrişa Girê Spî, agirbest îxlal kir
    ‘Rûsya nebûya li Sûriyayê agirbest pêk nedihat’
    Pûtîn: ‘Li Sûriyeyê agirbest ji bo terorîstan derbas nabe'
    Etîketan:
    Tuxaya Yermukê, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS), Ajansa RIA Novostiyê, Xalid Hennus, Wefîq Nessir, Dera, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de