09:20 27 Nîsan 2018
    Binçavkirin, operasyon

    Li Stenbolê bi helîkopteran operasyona binçavkirinê

    © Foto : AA / Erhan Elaldı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polês û tîmên taybêt yên Miduriyeta Ewlehiyê Li Stenbolê bi piştgiriya helîkopteran operasyonek li dar xistin û zêdetirî 20 kesî hatin binçavkirin.

    Darizandin, dadgeh, girtin
    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Stenbol — Polês û tîmên taybêt yên Miduriyeta Ewlehiyê Li Stenbolê bi piştgiriya helîkopteran operasyonek li dar xistin. Di operasyona hat kirin de zêdetirî 20 kesî hatin binçavkirin.

    Li gorî agahiyan tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li Kuçukçekmece û Esenlerê di li 20 navnîşanan operasyoneke hevdem hat kirin û herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

    Hêzên bilez, tevgera taybet û firokeyên polêsan jî piştgirî dan operasyonê û gelek kes hatin binçavkirin.

    Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola wan a tenduristiyê sewqî Miduriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ku li ser kolana Vatanê ye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Stenbol - ‘11 kes hatin girtin'
    Li Stenbol û Agiriyê operasyonên binçavkirine
    Li Stenbol û Dêrikê 64 kes hatin binçavkirin
    Stenbol - Li taxa Gaziyê pêvçûn: 4 kes birîndar bûn
    Stenbol- Operasyona li ser DAIŞê
    Etîketan:
    Operasyona binçavkirinê, Miduriyeta Ewlahî ya Stenbolê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de