08:55 24 Çile 2018
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş, Kamuran Yuksel, Hatîp Dîcle û Selma Irmak

    Demîrtaş: ‘Bila gelê Amedê di 2ê Adarê de ji bo Sûrê rabin ser lingan'

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş di civîna rojnamevanî de ragihand ku bila gelê Amedê di 2ê Adarê de ji bo navçeya Sûrê rabin ser lingan.

    Amed — Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, ji bo navçeya Sûrê ya ku ev 3ê meh in qedexe û pevçûn lê didome banga meşê kir û xwest 2ê Adarê roja Çarşemê saet 4ê êvarê xelkê Amedê biherike Sûrê.

    Demîrtaş hikûmeta AK Partiyê jî rexne kir û got: ‘AKPê eqlê xwe winda kiriye, deriyê xwe ji dan û standin û diyalogê re girtiye.

    Demîrtaş, bi Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Xetîb Dîcle û Selma Irmak re serdana jinênên ku li Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê ‘Nobeta Aştî û Çareseriyê' digrin kirin. Hevserokan piştî serdanê kongreyeke çapemeniyê saz kirin.

    Demîrtaş ragihand ku roja Çarşemê (02.03.2016) dê ew jî beşdarî meşa ji bo Sûrê were kirin bibe û got: ‘Li Amed û Enqerê gelek hevdîtinên çareseriyê hatin kirin lê tu encam jê derneketin. Ji ber polîtîkayên şer ên AKPê bi sedan kesan canê xwe ji dest dan. Qedexeya derketina derve bê rakirin dê berbest jî nebin. Komkujî dibin sedemên ji hev cûdabûnê, em vê naxwazin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: ‘Em li pey şopa Mele Mistefa û Qazî Mihemed in'
    Demîrtaş: ‘Li dijî hewldana komkujiyê bêdeng nemînin'
    Demîrtaş: ‘Tirkiye bêyî destûra NY nikare têkeve Sûriyeyê'
    Davutoglu: ‘Demîrtaş mase quliband'
    Demîrtaş: Kurd bêçare û perişan nînin'
    Etîketan:
    Selma Irmak, Xetîb Dîcle, Kamuran Yuksek, DTK, DBP, HDP, Selahatîn Demîrtaş, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de