01:41 22 Gulan 2018
    Elî Feyda

    Generalekî din ê Hizbulahê li Sûriyeyê hat kuştin

    © Foto : K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêza Taybet a Hizbulaha Libnanê Elî Feyda li Heleba Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Hêza Taybet a rêxistina Hizbulaha Libnanê Elî Feyda li Heleba Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hat kuştin. Hizbulaha Libnanê ragehand ku fermandarê wan ê Giştî yê Hêza Taybet Elî Feyda li Sûriyeyê li bakurê Helebê hat kuştin.

    Derbarê kuştina wî fermandarê hêza Taybet a Hizbulaha Libnanê kenala fermî ya wê rêxistinê El-Menar li ser malpera kenala xwe daxuyaniyek belav kir û tê de got: Îro berxwedana Îslamî termên çend qehremanên me ji navçeya Tihemam tên, di nav wan terman de termê fermandar Elî Feyda jî heye.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku fermandarê hêza Hizbula Libnanê binavê ‘Hac Ela' dihate naskirin û di gihandina termê wî de şerekî giran derket û têde Artêşa Sûriyê û çekdarên berxwedaniyê beşdar bibûn.

    Hizbulaha Libnanê di şerê li Sûriyeyê de piştevaniya rejîmê dike û ligel artêşa wî welatî jî şerê opozîsyonê dike.

    Bi heman mijarî:

    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Hizbullah: 'Li Rojhilata Navîn, Sûriya hevalbendê yekanê yê Rûsyayê ye'
    Çavkaniyên `Hizbullah` redkirin ku rêberê rêxistinê mir be
    Serokê Hizbullahê: ‘Projeya Tirkiye ya Osmanî hilweşiya'
    Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir: Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin
    Etîketan:
    Hac Ala, Fermandarê Artêşa Taybet, Rêxistina Hizbullahê, Elî Feyda, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de