19:36 24 Hezîran 2018
Parêzerên Baroya Amedê

Baroya Amedê: ‘Êdî sebra me nemaye!’

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Baroya Amedê daxuyand ku li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi re 89 roj derbas bûne û hê jî tu encam derneketiye holê; herwiha dosyaya lêpirsînê hatiye rawestandin û ji bo ronîkirina cînayetê hêj jî hêviyên wan hene; lê sebra wan êdî nemaye.

Amed — Parêzerên Baroya Amedê di roja 89emîn a qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi de li ber Dadgeha Amedê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de pankarta "Em te ji bîr nakin" û wêneyên Elçi hatin hilgirtin.

Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Cihan Ipek li ser navê Baroya Amedê axivî û diyar kir ku bi ser qetilkirina Elçî re 3 meh derbas bûne, lê hêj jî kiryar nehatine dîtin; herwiha doza Elçi bûye pirsgirêka rûmetê ya darazê û ji ber vê yekê jî divê bê ronîkirin.

Ipek anî ziman ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag hatiye Amedê sersaxî xwestiye û soza dîtina qatilan daye; lewre ji bo ronîkirina cînayetê hêj jî bi hêvî ne; lê êdî sebra wan nemaye. 

Parêzer Ipek di dirêjahiya axaftina xwe de got: ‘Em li bendê ne ku ev soz werin bicihanîn. Wê demê jî me bi hemû hûrgilîyan ev cînayet vegotibû. Me şik û şubheyên di hişê xwe de jê re gotin. Bozdag ji me re got ku ev şik û pirsên me di cih dene. Lê heta niha me tu bersiv negirtiye. Dibêjin lêpirsîn berdewam dike; lê dosya bi awayekî disekine.’

'Ger bixwazin dikarin keşfê bikin'

Ipek destnîşan kir ku rayedar dikarin li cihê bûyerê keşfê bikin; lêbelê qedexeya li Sûrê wekî bahaneyekê nîşan didin û wiha axivî: ‘Dibêjin qedexeya li navçeya Sûrê ji bo keşfê asteng e. Lê em dizanin ku di rewşa ku cinayet çêbûye hêzên dewletê bi maşîneyên zirxdar li wir bûn. Heke bixwazin bi rehetî dikarin bi dozger re biçin wê derê û keşfê bikin, heke delîl mabin dikarin ji wir bên wergirtin. Lê ji bo vê yekê tiştek nayê kirin.’

Piştî axaftinê parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Bi heman mijarî:

Kakşar Oremar: ‘Hilbijartinên Îranê neheqiyê li hilbijêrên kurd dikin’
Nasnameya şervanekî YPSê hat eşkerekirin
Parlamenterê AKPê Erdogan firot: 'Sîstema serokatiyê biterikînin'!
Li dijî avahiya HDPê êrişa nijadperest!
Rûsya: ‘Amerîka xeyalan dibîne'
Stranbêjeke awistralî li ser Alan Kurdî stranek çêkir.
Li Erziromê 6 kes hatin girtin
El Nûsrayê, li welatên cîranên Suriyeyê gef xwarin
Amerîkayê hejmara çekên ji Pêşmerge re şandî eşkere kir
Etîketan:
çalakiya rûniştinê, qedexeya li ser Sûrê ferzkirî, cihê bûyerê, şik û pirs, şik û şubhe, ronîkirina cînayetê, pirsgirêka rûmetê ya darazê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, Lijneya Rêveber a Baroya Amedê, Dadgeha Amedê, Baroya Amedê, Cihan Ipek, Amed, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de