08:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    Arşîv

    Li dijî avahiya HDPê êrişa nijadperest!

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 89810

    Li Mereşê komeke nijadperet piştî ku duh êrişî xwendekarên kurd kirin, îro jî li dijî avahiya HDPê ya bajêr êrişeke hovane pêk anîn.

    Mereş - Hat ragihandin ku li bajarê Mereşê li ber çavên hemû hêzên ewlehiyê komeke nijadperest duh li dijî xwendekarên kurd êriş pêk anîn û îro jî êrişî avahiya HDPê ya bajêr kirin.

    Hat ragihandin ku di encama êrişa hovane de camên avahiya HDPê şikestine û ziyan çêbûye. Piştî ku ew koma nijadperest êrişî avahiyê kirin ber bi navenda bajêr ve belav bûn û kîjan welatiyê kurd derketibe pêşiya wan êriş kirin.

    Ev êrişana di bin çavdêriya hêzên dewletê de pêk hatiye û bi tu awayî mudaxeleyê komên nijadperest ên êrişar ve nekirine.

    Bi heman mijarî:

    Li Erziromê 6 kes hatin girtin
    Ayşegul Dogan: Weşan ji hêla Turksatê ve hat birîn!
    Li Şêxmeqsûd topbaran: Qurbanî û birîndar hene
    Kurdên Ewropayê dewleta Tirkiyeyê protesto kir
    Walitiya Amedê ji bo kurdên Sûrê banga dawîn ragihand
    Etîketan:
    komên nijadperest, avahiya hdpê, êriş, HDP, Mereş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de