15:21 21 Çile 2018
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Hevserokê HDPê jî di nav de, 5 kes hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Wan,Erzirom û Hevserokê HDPê yê navçeya Yunus Emreya Manisayê jî di nav de 5 kes hatin girtin.

    Darizandin, dadgeh, girtin
    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Erdîşa Wanê, Nûnerê MEYADERê yê Erdîşê Tekîn Hezer jî di nav de 3 kesên duhî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê sewqî Edliyeya Erdîşê hatin kirin. Dozgerî xwe spart gotinên şahidê veşartî û bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir. Dadgehê jî her sê kes girt û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.

    Her wiha li Manisayê jî, Hevserokê HDPê yê navçeya Yunus Emreyê Seracettîn Hessas ê di 21ê Sibatê de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan, lê ji ber dijderketina Dozgeriya Manisayê careke din hat binçavkirin û radestî Edliyeya Manisayê hat kirin. Hessas jî ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

    Ji aliyê din ve li navçeya Xinisa Erziromê, Berzan Kuşarslan ê sala borî di 23ê Nîsanê de beşdarî merasîma cenazeyê Îlhan Guzeller (Şoreş Xinis) ê YPGyî bibû, bi hinceta posterê Guzeller rakiriye ketibû ber lêpirsîna dozgeriyê û di dawiyê de hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Stenbol - ‘11 kes hatin girtin'
    Nûçegîhanê DÎHAyê û malbata Ateş hatin girtin
    Li 8 bajaran rêxistinên partiyê hatin girtin
    Bi sedema têkildariya teqîna Enqereyê 14 kes hatin girtin
    Li Dêrikê 2 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), MEYA-DER, Berzan Kuşarslan, Seracettîn Hessas, Tekîn Hezer, Manisa, Wan, Erzirom, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de