07:12 24 Gulan 2018
    Îraq-Heşda Şeibî

    Heşda Şeibî ji Îranê 12 balafirên şer kirîn û pîlotan perwerde dike

    © AFP 2018 / Mohammed Sawaf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula diyar kir ku mîlîsên Heşda Şeibî bêyî destûra Parlamento û Wezareta Parastinê 12 balafirên şer ji Îranê kirîne.

    Bexda – Şaxewan Ebdula diyar kir ku heta niha Heşda Şeibî ji bo perwerdehiya firînê gelek mîlîsên xwe şandine Îranê û got: ‘Ev balafir malê kîjan dewletê ne û ev bazirganî bi ser kîjan şirketê re pêk hatiye nayê zanîn.’

    Ebdulah derbarê mezaxtinên van mîlîsên şiî de wiha got: ‘Vê hêzê bêyî destûra Parlamentoyê tenê di sala 2015an de bi qasî 818 milyon dolar xerc kiriye.’

    Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî jî ev îdia qebûl nekir û got: ‘Ev zanyarî bê bingeh in. Balafirên mîlîsên şiî tunene; lêbelê bi hevahengiya Artêşa Iraqê balafirên wan bi kar tînin.’

    Bi heman mijarî:

    YPGê nasnameyên 4 şervanên eşkere kirin
    DAIŞ, bi zimbeyan îşkencê li jinan dike
    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) agirbestê qebûl kir
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Analîstê siyasî: 'Ji bo kurdan hilbijartinên Îranê şanoyeke propagandayê ye'
    Bulgarîstan, leşkeran dişine sînorê Tirkiyeyê
    Etîketan:
    balafirên şer, bi hevahengiya Artêşa Iraqê, balafirên mîlîsên şiî, mezaxtinên mîlîsên şiî, perwerdehiya firînê, Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, Heşda Şeibî, Şaxewan Ebdula, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de