Tehran — Hilbijartinên Îranê yên Meclisa Şûraya Îslamî dê 26ê Sibata 2016an tên lidarxistin ku di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de cara dehemîn e bi rê ve diçin. Berendamên hilbijartî dê ji 3ê Gulana 2016an heta 3ê Gulana 2020an peywirên xwe bi cih bînin.
Ev dewreya hilbijartinê hem giştî ye ku parlamenterên Parlamentoya Îranê tên hilbijartin hem jî endamên Meclisa Pisporan.
Di Parlamentoya Îranê de 290 kursî hene ku 285ên wan rasterast tên hilbijartin û 5 kursî ji pêkhateyên ayînî re hatiye veqetandin. Her yek ji pêkhateyên zerdeştî, cihû, asûrî-keldanî, ermeniyên bakur û yên başûr nûnerekî dişîne Parlamentoyê.
Meclisa Pisporan ji 88 melayan pêk tê ku rehberê şoreşê hildibijêrin an jî ji kar dûr dixin. Rehberê Şoreşê xwediyê desthilatdariyeke mitleq e.
Mercên beşdariya hilbijartinan:
a. Ji bo hilbijêran +18 salî û misilmanî ye.
b. Ji bo berendaman jî çend merc hene ku divê misilmanê îranî yê di navbera 30-75 saliyê de be, destûra Îranê binpê nekiribe, qe nebe heta masterê xwendî û beşdarî hikûmeta berî şoreşê nebûbe, xwediyê eraziyên berfirehe nebe, madeyên hişber bi kar neanîbe û li dijî rejîmê çalakiyek pêk neanî be.
Hejmara hilbijêran: 54 milyon 915 hezar 24 kes. (Gelheya Îraê 79 milyon kes e)
Hejmara hêzên ewlehiyê yên ku pêvajoya hilbijartinan dimeşînin: 250 hezar polês.
Çavdêriya hilbijartinan: Wezareta navxweyî hilbijartina li dar dixe; lê Meclisa Parastina Şoreşê çavdêriyê dike.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara berendamên Meclisa Pisporan 161 kes e û di nav wan de jin tunene.
“Ji aliyê kurdan ve hilbijartinên Îranê”
Piraniya partî û yekîtiyên kurdan ên çekdar hilbijartinên Îranê yên 2016an boykot dikin û bang li gel dikin ku beşdarî lîstika melayên îranê nebin; lê hinek platformên kurd bang li kurdan kirin ku dengên xwe bi kar bînin, berendamên kurd ên neteweperwer hilbijêrin.
Analîsta Rûdawê Sîma Abxizir a ku kurdeke celalî ya Makoyê ye derbarê hilbijartinên Îranê de wiha dinivîse: ‘Di hilbijartinên Îranê de şerekî giran di navbera hişmendî û çalakiyê de heye; weke hemî caran ev hilbijartineke formalîte ye. Kî here û kî were tu bandorê li bingeh û naveroka sîstema rêveberiya Îranê nake. Li welatên mîna Îranê, mirov tenê dikare bi “şoreşê” sîstemê bide guhertin.’
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)