08:38 21 Sibat 2018
Zindî
    Şam

    SOHRê bîlançoya 17 mehên Sûriyayê eşkere kir: 4500 kuştî

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyayê (Syrian Observatory for Human Rights – SOHR) bi raportekê eşkere kir ku di 17 mehên dawîn de li Sûriyayê 4500 kes hatine kuştin ku ji wan 366 kes sivîl in.

    London — Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyayê (Syrian Observatory for Human Rights – SOHR) bi raportekê 17 mehên dawîn ên Sûriyayê belge kir û bîlançoya kuştinan eşkere kir.

    Li gorî raportê, li bajarên Heseke, Dêrezor, Reqa, Heleb û Idlîbê bi tevahî 4435 kes hatine kuştin ku 366 kesên wan sivîl in; di nava van sivîlan de 92 jin û 64 zarok hene.

    Rêjeya temenên kuştiyên sivîl wiha ye:
    – 31 zarok  16 salî ne (16 keç û 15 kur)
    – 19 jin ji ser 18 saliyê re ne
    – 13 mêr ji ser 18 saliyê re ne
    – Ciwanekî 18 salî

    Hejmara kuştiyên terorîstan jî wiha ye:
    Eniya Nusrayê: 136 terorîst (Di nav wan de serterorsîtên wekî Ebû Humam, Ebû Umer Kurdî, Ebû Hemze Fransî, Ebû Qetadeyê Tûnisî û Muhsin Fadlî hene.)
    DAIŞ: 3914 terorîst ku piraniya wan ne sûriyayî ne (Di nav wan de Ebû Usameyê Iraqî, Amirê Refdan û Ebû Seyaf hene.)
    Ceyş’us-Sunne: 10 terorîst

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk navçeya Efrînê topbaran kir!
    Nûçegîhanê DÎHAyê û malbata Ateş hatin girtin
    'Li Şirnex, Hezex û Sûrê 13 polês û leşker hatin kuştin'
    Malbatên leşker û polêsan beşdarî civîna koma HDPê bûn
    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
    Nasnameyên 4 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
    Li Îzmîrê êrişî cendirmeyan kirin
    Etîketan:
    serterorîst, hejmara kuştiyên terorîstan, rêjeya temenên kuştiyên sivîl, bîlançoya kuştinan, 17 mehên dawîn ên Sûriyayê, terorîst, Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyayê (Syrian Observatory for Human Rights – SOHR), Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de