06:51 18 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

‘Amerîka peyam da Tirkiyeyê: Gelo hûn ehmeq in ku leşkerên xwe dişînin Sûriyê'

© REUTERS / Alexander Kots
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Dîplomatê amerîkî yê berê Jim Jatras, daxuyanî da kanala Russia Today û ragihand ku derbarê mijara Sûrî de Amerîka bi Rûsyayê re li hev kiriye û di peyama ji Tİrkiyeyê re şandî de ragihandiye ku ew piştgirî nadin operasyona bejahiyê û NATO jî ji bo xelaskirina Tirkiyeyê wê neyê.

Moskova - Jatras ragihand ku li hemberî operasyonên artêşa Sûrî û Rûsyayê komên terorî yên ji hêla Amerîka, Tirkiye û Erbistana Siûdî ve tên piştgirîkirin neçar mane û aştî xwestine. Jatras ji pirsa ‘Tirkiye bendê agirbestê bi cih bîne?' re wiha bersiv da:

‘Texmîn nakim. Di metna peymanê de behsa Erebistan û Tirkiyeyê nayê kirin. Tirkiye ji kurdan ditirse û piştgiriyê dide gelek komên terorî. Li gorî min sedemek lihevkirina Amerîka û Rûsyayê jî ew e ku Tirkiye û Erebîstan, ji bo parastina komên terorî mudaxaleyê li Sûriyê bike, gelek deng derxistin. Ancax ku Amerîka destûr bida wê vê yekê bikirana. Ev yeka gelek zelal e ku Amerîka ji tiştek wiha re destûrê nade û pertaf û bilofa wan kêr nehat.'

Tankên artêşa Tirkiyeyê
© AFP 2018 / Bülent Kılıç

‘Benda hatina NATOyê nebin'

Jatras li ser pirsa ‘Eger Tirkiye agirbestê îxlal bike wê çibe?' de wiha got:'Eger Tirkiye leşkerên xwe bişîne Sûriyê, ev yeka bê qanûnî dibe. Wê ji bo artêşa Sûrî ku ji hêla Rûsyayê ve tê piştkirîkirin, bibe sedema bersivdayînê. Washington rasterast ji Enqereyê re vê peyamî şand: ‘Kuro aqilê we li cih e? An hûn ehmeq in ku leşkerên xwe bişînin Sûriyê? Eger Rûsya li we bixe li bendê nebin ku NATO wê were we xelas bike.'

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk navçeya Efrînê topbaran kir!
Nûçegîhanê DÎHAyê û malbata Ateş hatin girtin
'Li Şirnex, Hezex û Sûrê 13 polês û leşker hatin kuştin'
Nasnameyên 4 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
Kurdistanî guh nadin qeyrana aborî: Ji bo avakirina mizgeftan 40 milyon dolar
Etîketan:
Russia Today, NATO, Jim Jatras, Erebîstana Siûdî, Moskova, Sûrî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de