15:36 19 Hezîran 2018
Tankên artêşa Tirkiyeyê

Artêşa tirk navçeya Efrînê topbaran kir!

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa tirk îro di saetên êvarê de ji vê milê sînor êrişî gundên navçeya Efrînê kir.

Efrîn - Li gorî nûçeya ANHAyê di encama topbaranê de gelek ziyanên madî hene.

Artêşa Tirk ji qereqolên Komît û Osmalî yên girêdayî Artêşê ku li hemberî navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê bi cih bûne gundên Efrînê armanc digirin.

Hat ragihandin ku artêşa Tirk herî dawî îro vê êvarê gundên Qermîtliq û Çeqela yên girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê bi 15 topan topbaran kirin û ji van 6 topên obûsê bûn.

Dijwarkirina artêşa Tirk ji topbarana kantona Efrînê piştî lihevkirina di navbera Emrîka û Rûsyayê de derbarê pêkanîna agirbesta li Sûriyeyê de pêk tê.

Derbarê encamên topbarana vê êvarê de çavkaniyan ragihandin ku gelek ziyanên madî bi welatiyan bûne.

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk li Hezexê taxan bombebaran dike
Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
HSD: Artêşa tirk li mewziyên me dixin
Artêşa tirk êrişî baregeha YPGê kir!
Balafirên şer ên artêşa tirk herêma Gareyê bombebaran dikin
Artêşa tirk daxwaza Erdogan red kir
Etîketan:
artêşa tirk, YPG, Şiyê, Kantona Efrînê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de