13:59 22 Hezîran 2018
Polês, operasyon, binçavkirin

'Li Şirnex, Hezex û Sûrê 13 polês û leşker hatin kuştin'

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Kordînasyona YPSê derbarê bîlançoya şerên dawî de bi daxuyaniyek ragihand ku 13 polês û leşkerên tirk ji hêla hêzên wan ve hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku Kordînasyona Giştî ya Yekîneyê Parastina Gel (YPS) ku alîgirên PKKê ne û li dijî êrişê dewleta tirk berxwe didin, derbarê bîlançoya şerên dawî de daxuyaniyek nivîskî daye.

YPSê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li navenda Şirnexê ji hêla hêzên wan ve di 21ê Sibatê de li dijî koma polêsan êrişeke pêk hatiye û di encamê de herî kêm 2 polês hatine kuştin û 2 ji wan jî birîndar bûne.

Herwiha di wê daxuyaniya YPSê de hate ragihandin ku di 22ê Sibatê de li navenda Şirnexê hêzên dewletê xwestine ku têkevin taxê û liser vê yekê pevçûn derketiye û di encamê de 3 tîmên taybet hatine kuştin.

Herwiha di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encame şerên li navçeyên Hezex û Sûrê de jî 7 tîmên taybet hatine kuştin.

Derbarê van agahiyan de ji hêla rayedarên tirk ve tu daxuyanî nehat dayîn.

Bi heman mijarî:

Li navçeya Sûra Amedê şer giran bû: Leşkerek hat kuştin
‘Li Sûrê 9, li Hezexê 12 polês û leşker hatin kuştin'
3 leşkerên tirk hatin kuştin
Li Hezexê 8 tîmên taybet hatin kuştin
HPG: ‘Li Qoserê 5 tîmên taybet hatin kuştin'
Etîketan:
Sûr, Şirnex, Hezex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de