02:18 18 Sibat 2018
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Barak Obama

    Şerê Tirkiyeyê yê dijî kurdan, Rûsya û Amerîka nêzî hev kirin

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Rûsya û Amerîkayê di mijara agirbesta Sûriyeyê de li hev kir û ji bo çareseriya şerê Sûriyeyê ku ev 5 sal in didome gaveke girîng avêtin.

    Moskova - Rûsya û Amerîkayê di mijara agirbesta Sûriyeyê de li hev kir û ji bo çareseriya şerê Sûriyeyê ku ev 5 sal in didome gaveke girîng avêtin. Li gorî analîza malpera nûçeyan a Fazeta.ru ya rûsî, sedema nêzîkbûna Rûsya û Amerîka bandora şerê Tirkiyeyê yê dijî kurdan e.

    Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Barak Obama duhî bi rêya telefonê axivîn, wekî Grûba Piştgiriya Sûriyeyê ya Neteweyî peymana agirbestê kiribûn. Tê pêşbînîkirin ku agirbest di 27ê Sibatê de têkeve meriyete.

    Tirkiye, plana ketina nava Sûriyeyê dikir

    Li gorî analîza malpera Gazeta.ruyê, Tirkiyeyê li hemberî çeperên hêzên kurd ên Sûriyeyê di 13ê Sibatê de dest bi topbaranê kir, Tirkiye, plana operasyona bejayî ya Sûriyeyê dike û artêşa Sûriyeyê bi fermî daxuyanî da ku hêza tirk kete nava sûrî. Her wiha ajansên wekî AFP û Reutersê jî delîlên ku leşkerên Tirkiyeyê ketine nav xaka sûrî par vekirine.

    Moskova û Washîngton, Tirkiye rexne kirin

    Malperê di berdewamiya analîza xwe de ragihand ku li hemberî van pêşveçûnan Rûsya û Amerîka nêzî hev bûn. Moskova û Washîngton, rastiyên xwe pêşkêş kirin û ji bo ku Tirkiye gengeşiyê zêde dike ew rexne kirin. Amerîkayê bangî hevalbendê xwe Enqereyê û kurdan kir ku li dijî tekoşîna DAIŞê tev bigerin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka û Rûsya ji bo tundiya Sûriyeyê bi dawî bibe li hev kirin
    Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
    Rûsya û Amerîka: Em bo kirîza Sûriyê çareseriyek siyasî dixwazin
    Etîketan:
    Ajansa AFP, Serokatiya Devleta Rûsyayê, Ajansa Reutersê, Serokatiya Amerîkayê, Artêşa Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtîn, Barak Obama, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de