20:26 24 Gulan 2018
    Selahattin Demîrtaş

    Demirtaş: Ciwan tevlê HDPê nabin, tevlê PKKê dibin

    © Foto : AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Selahattîn Demirtaş îro di komcivîna partiya xwe de axivî û got: ‘Tenê li Silopiyê 500 ciwan çûn çiya. Di nav vê pêvajoyê de ciwanek jî tevlî HDPê nebû, ji ber ku di parlamentoyê de hêvî û çareseriyê nabîne êdî.'

    Enqere - Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş îro li meclisa tirk di komcivîna partiye xwe de axivî, derbarê bûyerên dawî û mijarên rojevê de axivî û polîtikaya hukimeta tirk bi tundî rexne kir.

    Selahattîn Demirtaş derbarê êrişên dewleta tirk a li dijî YPG-PYDê û xaka kurdan de ragihand ku AKP berdewama siyasî ya DAIŞê ye û got: ‘Ji aliyê Rojava, PYDê ve kevirek jî hate avêtin? Na, tu kes nikare îddia bike. Tu şev û rojan top davêjî van deran. Ehrar El Şam ne di lîsteya te ya terorê de ye. Hun dibêjin 'PKK û PYD, DAIŞ yek in.' Baş e, nexwe tiştên ku tu li hemberî PKKê dikî, ji hezara yek li hemberî DAIŞê bike.'

    ‘Ciwan tevlî HDPê nabin tevlî PKKê dibin'

    Demirtaş polîtîkayên AKPê bi tundî rexne kir û got: ‘Tenê li Silopiyayê 500 ciwan çûn çiyê. Ka me yê siyaseta demokratîk mezin bikira. Di nav vê pêvajoyê de ciwanek jî tevlî HDPê nebû, ji ber ku di parlamentoyê de hêvî û çareseriyê nabîne êdî.'

    Demirtaş bibîrxist ku ji ber cenazeyên li Cizîrê hatine şewitandin niha teşxîsa wan nayê kirin û malbat neçar dimînin ku yek bi yek li cenazeyan binêrin.

    Demirtaş derbarê ‘pêvajoya diyalog û muzakereyê' û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de diyar kir ku AKP bi israr ji muzakereyan direve û got: ‘Hemû şer bi aşitiyê bi encam dibe. Em ê ji bo aşitiyê têkoşînê bidin. Divê şer di vê deqqeyê de bisekine. Divê em vê bikin lê tenê bêdengbûna çekan têrî nake.'

    ‘Bi gelê Sûr û Cizîrê re hev bigirin'

    Demirtaş di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser êrîşên li Sûrê û wiha berdewam kir: ‘Sûr Amed bi xwe ye. Mixabin piraniya wê derê xira kirin. Em ji vir bang li gelê xwe dikin ku bi gelê Sûr û Cizîrê re hev bigirin. Dê ev rojên wehşetê elbet derbas bibe û dê hesabê van rojan were pirsîn.'

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re hevdîtin pêk anî
    Demirtaş: 'Tirkiye çend car bi Salih Mislim re hevdîtinên fermî pêk anî'
    Civîna Demirtaş û Çipras dest pê kir
    Demirtaş: ‘Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn'
    Demirtaş: ‘Dewletê li Cizîrê komkujiyek pêk aniye'
    Ji Demirtaş bangewaziya ji bo çalakiyan!
    Etîketan:
    Ehrar El Şam, PKK, YPG, AKP, HDP, PYD, DAIŞ, Abdulah Ocalan, Selahattin Demirtaş, Rojavayê Kurdistanê, Silopiya, Sûr, Cizîr, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de