17:53 21 Sibat 2018
Zindî
    Şervanên kurd

    Hêzên kurd 2 maşîneyên DAIŞê îmha kirin

    © Foto: RT
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervanên HSDê li bakûrê Şedadê vê sibehê du maşîneyên bombebarkirî yên terorîstên DAIŞê beriya ku bigihêjin armancên xwe teqandin.

    Şedad - Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragijhand ku terorîstên DAIŞê îro sibehê hewl dan ku xwe bi 2 wesayîtên bombebarkirî bigihînin baragehên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li bakûrê bajarê Şedadê, lê şervanan ev yek ferq kirin û beriya ku maşîne bigihêjin cihên wan, herdu jî teqandin.

    Bi vê yekê re hin komên terorîst ku xwe wekî xaneyên razayî veşartibûn derketin û êrişî heman noqteyan kirin, lê şervanan bersiveke tund da wan.

    Li gorî wê nûçeyê şereke dijwar derketiye, lê hejmara kuştî û birîndarên terorîstan nehat zelalkirin û di encamê de terorîstan xwe li hemberî şervanan negirtin û reviyan.

    Xebatên lêgerînê li nava bajarê Şedadê hê jî dewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Şerê Sûriyeyê, rûreşiya dîroka çapemeniya Amerîkayê ye
    Tirkiya navendeke bazirganiya mirovan e
    Li dijî konê şînê yê şervanê TAKê operasyona dualî
    Li Cizîrê 2 cenazeyên din hatin teşxîskirin
    Hevşaredara Silopyayê Emîne Esmer hat binçavkirin
    Etîketan:
    xaneyên razayî, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), DAIŞ, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Rojava, Şedad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de