19:18 23 Hezîran 2018
Avahiya Şînê ya Zinar Raperîn

Li dijî konê şînê yê şervanê TAKê operasyona dualî

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Malbata şervanê TAKê Abdulbaki Somer ji bo mêvanên ku tên sersaxiya wan konekî şînê vedan; lêbelê polêsan êriş bir ser malbatê, sersaxîxwaz binçav kirin û CHPê jî êriş bir ser HDP û BDPê ku çûne sersaxiya malbatê.

Wan/Enqere — 19ê Sibata 2016an li Enqereyê teqînek çêbû û di encamê de bi qasî 29 kesan jîyana xwe ji dest dan. Teyrebazên Azadiya Kurdistan (TAK) pêkanîna teqînê girte ser xwe û navê çalakvan jî wekî Abdulbaki Somer diyar kir.

Li mala bavê Somer a li Wanê konê şînê hate vedan. Hêj ku şîn berdewam e polisan operasyonek pêk anîn û duh girtin ser konê şînê. Di encamê de digel birayê çalakvanê TAKê yê bi navê Nuri Somer 8 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyekî din ve CHPê jî operasyoneke siyasî bir ser rayedarên herêmî yên HDP û BDPê ku çûne serdana konê şînê û sersaxî ji malbatê re xwestine.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu serdana sersaxiyê ya HDP û BDPê “xiyaneta li welêt” bi nav kir û got: ‘Hemû partiyên siyasî divê sînorekî diyar têxin navbera xwe û terorê. Çûyîna şîna terorîstekî xiyaneta li welêt e û em vê yekê tu caran qebûl nakin.’

Hêjayî gotinê ye ku vedana konê şînê dab û nêrîteke kurdan e ku ji bo hurmeta her miriyî tê vedan û li sûcê wî/wê nayê nihêrîn.

Bi heman mijarî:

Hêzên kurd 2 maşîneyên DAIŞê îmha kirin
Şerê Sûriyeyê, rûreşiya dîroka çapemeniya Amerîkayê ye
Tirkiya navendeke bazirganiya mirovan e
Li Cizîrê 2 cenazeyên din hatin teşxîskirin
Tîma Dijterorê ya Kurdistanê keça swêdî ji destê DAIŞê rizgar kir
Etîketan:
operasyona siyasî, operasyona ewlehiyê, serdana konê şînê, konê şînê, sersaxî, Teyrebazên Azadiya Kurdistan (TAK), Kongreya Partiya Komarî ya Gel (CHP), Abdulbaki Somer, Kemal Kılıçdaroglu, Tirkiya, Wan, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de