03:20 24 Sibat 2018
Zindî
    Abdullah Ocalan

    230 parêzer ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin 230 parêzer bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

    Stenbol - 230 parêzerên ku bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Asrinê civiyan, ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê ku ji 27ê Tîrmeha 2011an pê ve bi parêzerên xwe re hevdîtinê nekiriye, hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku di serlêdanê de daxwaz hate kirin ku roja Çarşem an jî Înê û eger nebû di dîroka herî nêz de bi Ocalan re hevdîtin were kirin. Parêzeran, di serlêdanê de balê kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan.

    Di nav parêzerên ku serlêdan kirine de, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî gelek parêzer hene.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê DIE LINKE: Bê Ocalan aşitî ne mimkun e
    Akademîsyenê ku di ezmûnê de pirsa Ocalan pirsî beraet kir
    Ji Şaredariyê Napoliyê ji Ocalan re hemwelatiya rûmetê
    Xwediya Xelata Nobelê: Azadiya Ocalan wê were wateya aştiyê
    Ji Abdullah Ocalan ‘Xelata Aştiyê'
    Etîketan:
    Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (KHA), Buroya Hiqûqê ya Asrin, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, PKK, Abdullah Ocalan, Bursa, Îzmîr, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de