14:02 18 Sibat 2018
Zindî
    Şer û pevçûn

    Li navçeya Sûra Amedê şer giran bû: Leşkerek hat kuştin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Sûra Amedê, ev sê roj in şerekî giran di navbera hêzên Tirkiye û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de diqewime, leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin.

    Amed — Li navçeya Sûra Amedê, qedexeya derketina derve nêzî 3 mehan dibe û bi sedan sivîl ji ber şer di nav xaniyan de asê mane.

    Çend roj bûn şerê Sûrê kêm bibû lê ev du-sê roj in dîsa şer giran bûye û îro danê sibê leşkerek di şer û pevçûnan de birîndar bû, lê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê jiyana xwe ji dest da.

    Heta niha bi dehan leşkerên tirk di şerê Sûrê de hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

    Beriya niha dihat gotin ku artêşa tirk dê Sûrê bi balafiran navçeyê bide ber bombeyan lê rayedarên dewletê ew îdia red kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di çalakiya ser riya Amed-Çewlikê de 9 leşker hatin kuştin'
    HPG: ‘Çalakiya li ser rêya Amed-Çewlikê hişyariyek e'
    AMED- Li navçeya Sûrê 2 teqîn!
    FLAŞ ÎDIA - Artêşa kirêgirtî ya DAIŞê di xizmeta MITê de li Amed û Şirnexê şer dike
    Operasyonên siyasî li Amed, Colemêrg û Mêrsînê berdewam dike!
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de