08:34 21 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: ‘Terorî ji terefê kî were kirin terorî ye'

    © Foto: AA/ Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku terorî li ku dera cihê dinyayê ji terefê kî were kirin teror e û divê li dijî vê metirsiyê tekoşîn were dayîn.

    Stenbol — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di vekirina Foruma Şirikatiya Bilind a Şeşemîn ya Somaliyê de diyar kir ku terorî li ku dera cihê dinyayê ji terefê kî were kirin teror e û divê li dijî vê metirsiyê tekoşîn were dayîn, em hevî dikin ev nêrîn li tevahiya welatan belav bibe.

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Tirkiye, ji bo ku gelê Somaliyê di nava ewlehî, aramî û aştiyê de bijî wê piştgiriyên xwe bidomîne. Niha Somalî di pêvajoyeke gelekî metirsîdar ve diçe û di vê pêvajoya zahmet û dijwar de herkes tiştê ku ji destê wî bê divê bike.'

    Sûriye terorê Îxraç dike

    Serokomarê Tirkiyeyê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Krîza Sûriyeyê bû sedema rêxistinên terorîst yên wekî DAIŞ, El Nûsra, PYD û YPGê mezin û bi cih bibin. Her wiha Sûriye hatiye asteke ku terorîzmê îxraç dike û herî zêde jî Tirkiye êşa vê terorîzmê dikşîne. Êdî divê hemû dewlet, li hemberî terorîzmê bibin yek û tekoşîneke hevpar bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Medya almanî: ‘Erdogan ne bi DAIŞ û Esad re, bi kurdan re şer dike'
    Obama ji Erdogan xwest êrişên ser YPGê bide sekinandin
    Şêwirmendê Erdogan: ‘Li hemberî helwesta Amerîkayê dibe em Încîrlîkê bigrin'
    Erdogan: ‘ Min bi Kirby re nekin muxetab, ez ê bi Obama re biaxivim'
    Malbata Necar îdiayên Davutoglu û Erdogan derewandin
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de