02:22 18 Sibat 2018
Zindî
    AKP

    Li AKPê erdhejeke bi lerza 4 dereceyan

    © Foto: Fib Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Malpera fermî ya AKPê lîsteya damezrînerên xwe rojane kir û 4 damezrînerên keddar jê avêtin: Abdullah Gul, Yaşar Yakiş, Nur Dogan Topaloglu û Yasemin Kumral êdî ne damezrînerên AKPê ne.

    Enqere – Di destpêka damezrandinê de hejmara damezrînerên AKPê 64 bû ku di nav wan de Serokomarê Tirkiyayê yê berê Abdullah Gul, Wezîrê Karên Derve Yaşar Yakiş, Nur Dogan Topaloglu û Yasemîn Kumral hebûn.

    AKPê derbarê vê rojanekirinê de daxuyanî belav nekir û nayê zanîn bê ka ev kes bi temamî hatine îxrackirin an jî mekanîzmayên rêveberiyê hatine dûrxistin.

    Hêjayî gotinê ye ku di nava refên partiya desthilatdar AKPê de dengên nerazîbûnê bilind dibin û medyaya tirkî qala vekirina partiyeke nû dike ku tafsîlatên wê nayên zanîn. Herwiha tê gotin ku van 4 kesan ji partiyê îstifa kiribûye û jê veqetiyabûne; lê AKPê heta îro navên wan bi kar anîne.

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Sûriyeyê agirbest qebûl kir
    Îro li Rûsyayê ‘Roja Parastvanên Welat' tê pîrozkirin
    DAIŞê, 42 dîlên asûrî serbest berdan
    Li Afganîstanê êrişa komkujî: Herî kêm 15 kuştî û 13 birîndar
    Etîketan:
    mekanîzmaya rêveberiyê, erdheja siyasî, lîsteya damezrînerên AKPê, Yasemîn Kumral, Nur Dogan Topaloglu, Yaşar Yakiş, Abdullah Gul, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de