08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Dîlên asûrî

    DAIŞê, 42 dîlên asûrî serbest berdan

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina terorîst ya DAIŞê asûriyên ku ji sala borî ve dîl girtibûn, 42 kesê ku di nava wan de 7 zarok jî hebûn serbest berdan.

    Navenda Nûçeyan — Derbarê berdana wan asûriyan, berpirsê Rewangeha Asûrî ya Mafê Mirovan Ûsama Idward daxuyaniyek belav kir û got, DAIŞê 42 xiristiyanên ku ji 23ê Sibata 2015an ve revandibûn berdan. Ew her 42 kes hejmara dawî bûn ên di destê DAIŞê de.

    Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan berdana wan xiristyanan tekez kir ku ew xiristiyan beramberî pereyan hatibûne berdan, hejmara wan pereyan jî 25 milyon dolarên amerîkî bûn.

    Di 23ê Sibata 2015an dema ku DAIŞê bajarokê Til Temirê kontrol kir, nêzîkî 200 welatiyên xiristiyan dîl girtibûn û beramberî pereyan di nava salekê de hemû berdan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Kurdistanê, serdana Patrîkê Asûriyan kir
    Merasîma destbikarbûna Patrîkê Asûriyan bi rê ve diçe
    Hêzên YPG û HSDê, 17 terorîstên DAIŞê dîl girtin
    50 kesên dîl ji destê DAIŞê reviyan
    Artêşa Iraqê li Rumadiyê 68 dîl ji destê DAIŞê rizgarkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Rewangeha Asûrî ya Mafê Mirovan, Ûsama Idward, Til Temir, Hesekê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de