14:39 25 Sibat 2018
Zindî
    Operasyona binçavkirinê

    Pêla operasyonên binçavkirinê bê navber didomin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di operasyonên li bajarên kurdan û Tirkiyeyê de îro kêmanî 34 kes hatin binçavkirin. Piraniya kesên hatine binçavkirin rêvebir an jî endamên HDP û DBPê ne.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarên kurdan û Tirkiyeyê operasyonên siyasî be navber didomin. Îro li Edenê, Kocaelî, Bedlîs û Amedê piraniya wan rêvebir û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) herî kêm 34 kes hatin binçavkirin.

    Li navçeya Ceyhan a Edeneyê polêsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê Navçeyê yê HDPa Ceyhanê Tahîr Ozdemîr jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Navê kesên ku hatîn zanîn ev in: Tahîr Ozdemîr, Ahmet Atik, Azat Bahadir, Merve Aydogan û Mehmet Yilmiz

    Ji aliyê din ve li navçeya Darica ya Kocaeliyê jî polêsan di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonê de rêvebirên HDPê jî di nav de ji 20an zêdetir kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku li navçeyê serdegirtin û lêgerîn didomin.

    Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê jî tîmên tabet di saetên sibê de bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê Navçeyê yê DBPa Xîzanê yê berê Mehmet Sidik Kaplan, rêvebirê navçeyê yê HDPê Aytekîn Kaplan û welatiyên bi navê Yafes Yildirim û Saît Tarhan hatin binçavkirin.

    Her wiha li navçeya Erxeniyê ya Amedê polêsan di saetên sibê de bi ser mala Hevserokê Navçeyê yê DBPa Erxeniyê Şeyhmus Doku de girt. Di serdegirtinê de Doku hate binçavkirin. Sedema binçawkirina Doku nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Operasyonên siyasî: Hevşaredar jî tê de 11 kes hatin binçavkirin
    Li Dêrika Çiyayê Maziyê teqîn - 2 rojnamevan hatin binçavkirin
    Bavê endamê TAKê Sonmez hate binçavkirin
    Li bajarê Îzmîrê 9 xwendevan hatin binçavkirin
    Nûçegihanê DÎHAyê Mazlum Dolan hate binçavkirin
    Etîketan:
    Hêzên Ewlehî yên Tirkiyeyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mehmet Yilmiz, Merve Aydogan, Azat Bahadir, Ahmet Atik, Şeyhmus Doku, Tahîr Ozdemîr, Kocaelî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de