11:26 22 Sibat 2018
Zindî
    Polês

    Li navçeya Dêrikê ciwanekî cotyar hat kuştin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Dêrika Mêrdînê ciwanê bi navê Ercan Sayan (27) ji terefê polêsan ve hat kuştin.

    Mêrdîn — Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê welatiyê bi navê Ercan Sayan ku 27 salî bû ji terefê polêsan ve hat kuştin.

    Hêzên dewletê taxên ku dorpêç kirin bi çekên giran bi awayekî dijwar gule baran dikin, hat ragihandin ku di êrişê li ser Taxa Kala yên saetên sibehê de ciwanê bi navê Ercan Sayan ê 27 salî hat kuştin. Hat diyarkirin ku Sayan kesekî cotkar e, xebera înfaxkirinê bi rêya keyeyê taxê ji bo malbatê hatiye gotin.

    Cenazeyê Sayan ê ku ji wêneyan keyeyê taxê li emnîyetê teşhis kiriye, lê nayê zanîn ka cenaze rakirine kû derê.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrik û Erdîşê 5 kes hatin binçavkirin
    Li Dêrik û Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
    Qedexeyên li Dêrik û Nisêbînê berdewam dikin
    Li Dêrik û Sûrê 2 welatî bi guleyan hatin birîndarkirin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Ercan Sayan, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de