01:23 23 Hezîran 2018
Manker (kera mê)

Li Tirkiyayê krîza şîrê keran dest pê kir

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li gorî medyaya tirkî şîrê keran ji bo gelek nexweşiyan derman e û niha lîtreyeke şîrê keran bi qasî 50 qatî ji şîrê çêlekan bihatir e.

Manisa/Bursa – Li bajarên rojavayê Tirkiyayê gelek baneyên keran hene ku bi riya firotina şîrê keran qezenceke baş bi dest dixin û niha peydakirina mankeran (kera mê) li bajarên tirkan dijwar bûye, bazirgan berê xwe didin bajarên kurdan.

Ji navçeya Şehzadeler a Manisayê xwediya baneyeke mankeran (mandireya kerên mê) Turkan Egriboyun diyar kir ku bihayê mankerekê di navbera 200 TL û 1000 TLyî de diguhere; niha krîzeke rastîn a dîtina mankeran heye; lewre dixwaze ku ji bajarên kurdan keran bikire.

Ji Bursayê xwediyê baneyeke keran Ilhan Biçer jî wiha got: ‘Li Bûrsayê ker bi destê me nakeve. Di her malê de traktorek heye ku êdî kes ji bo cot keran bi kar nayine. Çend roj berê min ji bajarê Mêrdînê 23 ker kirîn.'

Niha li Tirkiyayê şîrê keran pir biha bûye û litreyek şîrê mankerê bi 100 lireyên tirk digihêje bazarê û niha şîrê herî bihayê bazara Tirkiyayê şîrê mankeran e.

Bi heman mijarî:

Di 24 saetên dawî de li Cizîrê 10 cenazeyên din hatin dîtin
Posterên DAIŞê, yên ku wehda seksa helal dikin
Rûsya û Amerîkayê li hev kir: Agirbesta li Sûriyayê 27ê Sibatê dest pê dike
Rûsya dixwaze, di qada hewayî ya Amerîkayê de derkeve kifşê
Etîketan:
bihayê şîrê keran, şîrê keran, bihayê mankerekê, mandireya kerên mê, baneya mankeran, Ilhan Biçer, Turkan Egriboyun, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de