01:25 24 Mijdar 2017
Zindî
    Beşar Esed

    Esad: 'Tirkiya li hemberî Artêşa Sûriyayê têk çû û hêrsa xwe ji kurdan derdixe'

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokomarê Sûriyayê Beşar Esad ji rojnameya El Pais a spanî re daxuyand ku sedema êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan rizgarkirina beşeke Helebê ye.

    Madrid — Serokomarê Sûriyayê Beşar Esad di hevpeyvîna xwe de bal kişande ser tifaqa di navbera Tirkiya û Erebistanê de û got: ‘Heke Tirkiya bikeve nava xaka Sûriyayê wê wekî terorîstan bê dîtin û tiştekî bi vî rengî tê wateya binpêkirina qanûnên navneteweyî. Wekî welatiyên Sûriyayê mafê me ye ku bi şer û berxwedanê welatê xwe biparêzin.’

    Esad diyar ku biryara agirbesta demkî ya bi pêşengiya Rûsya û DYAyê gaveke erênî ye; lê ji bo serketina vê biryarê divê welatên mîna Tirkiyayê ji DAIŞê re mirovan neşînin, çek an jî lojîstîkê nedin terorîstan.’

    Derbarê xezeba Tirkiyayê li dijî kurdan de jî Esad wiha got: ‘Beşeke girîng a Helebê kete destê me û gelê derdorê ber bi herêma me koç dike. Tiştê herî girîng me ew e ku riya îkmalê ya terorîstan birî û êdî nikare bi hêsanî ji Tirkiyayê alîkariyan wergire. Têkiliya rasterast a di navbera terorîstan û Tirkiyayê de niha zehmet bûye. Lewma Tirkiye li kurdan hatiye xezebê û bombeyan li wan dibarîne.’

    Bi heman mijarî:

    Nasnameyên 4 şervanên HPGê hatin eşkerekirin
    Wezareta Derve ya Rûsyayê êrişa Şamê şermezar kir
    Li Stenbolê panîka bombeyê!
    Medya almanî: ‘Erdogan ne bi DAIŞ û Esad re, bi kurdan re şer dike'
    Operasyona “Xezeba Xabûrê” berdewam e: 6 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    riya îkmalê ya terorîstan, çek û lojîstîk, agirbesta demkî ya bi pêşengiya Rûsya û DYAyê, şer û berxwedan, binpêkirina qanûnên navneteweyî, parastina xaka Sûriyayê, tifaqa di navbera Tirkiya û Erebistanê de, hevpeyvîn, rojnameya El Pais a spanî, Beşar Esad, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de