09:55 24 Nîsan 2018
    PKK - HPG - KCK - YJA Star

    Nasnameyên 4 şervanên HPGê hatin eşkerekirin

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) daxuyanî da û nasnameyên 4 şervanên HPGê ku li Çiyayê Bagokê jiyanên xwe ji dest dabûn eşkere kirin.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya NPGê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin de hate ragihandin ku artêşa tirk di 16ê Sibatê de li Çiyayê Bagokê operasyona hewayî li dar xistiye û di encama bombebarana balafirên tirk de 4 şervanên HPGê jiyanên xwe ji dest dane.

    Li gorî wê daxuyaniyê yek ji şervanên ku jiyana xwe ji dest daye Botan Bahoz e ku gelê kurd wî ji nêz ve nas dike.

    Nasnameyên ku di wê daxuyaniyê de hatin eşkerekirin wiha ne:

    ‘Nasnav: Botan Bahoz
    Nav û Paşnav: Fazıl Atan
    Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
    Cih û Dîroka Şehadetê: 16ê Sibata 2016an / Mêrdîn

    Nasnav: Agit Serhat
    Nav û Paşnav: Adem Uçak
    Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
    Cih û Dîroka Şehadetê: 16ê Sibata 2016an / Mêrdîn

    Nasnav: Bagok Mêrdîn
    Nav û Paşnav: Ramazan Gumuş
    Cihê Jidayikbûnê: Antalya
    Cih û Dîroka Şehadetê: 16ê Sibata 2016an / Mêrdîn

    Nasnav: Sorxwin Zagros
    Nav û Paşnav: Hivda Temel
    Cihê Jidayikbûnê: Qers
    Cih û Dîroka Şehadetê: 16ê Sibata 2016an / Mêrdîn'

    Bi heman mijarî:

    Li Çiyayê Bagokê 4 cenazeyên şervanên HPGê hatin dîtin
    Nasnameya şervanekî HPGê diyar bû
    Nasnameyên 2 şervanên HPGê hatin eşkerekirin
    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge û HPGê kirin
    FLAŞ - Hêsîrên di destê HPGê de li ser ekranê axivîn
    HPGê çalakiya li Erxeniyê girt ser xwe
    HPGê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir
    Etîketan:
    HPG, Hivda Temel, Sorxwin Zagros, Ramazan Gumuş, Bagok Mêrdîn, Adem Uçak, Agit Serhat, Fazıl Atan, Botan Bahoz, Qers, Antalya, Erzirom, Colemêrg, Mêrdîn, Çiyayê Bagokê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de