12:08 25 Gulan 2018
    Leşkerên Tirkiyeyê

    ROJAVA - RUDAW: Artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê bû!

    © AP Photo / Lefteris Pitarakis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Artêşa Tirkiyê derbasî Kantona Efrînê bû û dest bi avakirina dîwarê ewlehiyê di nav axa Rojavayê de kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rudawê li gundê Qermt Lixê li bajarokê Şiyê ya girêdayî Efrînê, Artêşa Tirkiyê 300 metreyan derbasî nav axa Rojavayê bûne û dest bi avakirina dîwarê betony li ser sînorê navbera Sûriye-Tirkiyê de kirin.

    Leşkerên Tirkiyê hejmarek ji darên Zeytûnê yên li herêmê birrîn û li şûna daran dîwarên bilind ava kirin. Li gor hin agahiyan, leşkeran zêdetirî 1000 darên zeytûnê birrîn û dest bi avakirina dîwr li cihê wan kirin.

    Piştî kontrolkirina herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li bakurê Sûriyê ji aliyê PYDê û baskê leşkerî yê wê YPGê ve, Tirkiye helwstek tund li xwe nîşan dide û dest bi avakirina dîwar li çend cihan li ser sînorê Sûriye kiriye.

    Etîketan:
    arteşa tirkiye, rudaw, leşker, Efrîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de