09:59 24 Nîsan 2018
    Dibistan hate morkirin

    Dibistana ku bi zimanê kurdî perwerde dida hate girtin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31

    Li navçeya Peyasê ya Amedê dibistana seretayî ya Ali Erel ê ku perwerdeya zimanê kurdî dida bi hinceta 'erka dibistana seretayî ya kurdî' dibîne hate girtin.

    Amed — Li navçeya Peyasê ya Amedê dibistana seretayî ya Ali Erel ê ku di 5ê Cotmeha 2015an de hatibû vekirin û nêzîkê 60 xwendekarên wê hebûn ji aliyê dozgeriyê ve hate girtin. Rayedarên diyakirin ku bi hinceta 'erkê dibistana seretayî ya kurdî' dibîne mohr li deriyê dibistanê dane.

    Parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, rêveberên KURDÎ-DER û rêveberên Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî bi daxuyaniyekê girtina dibistanê şermezar kirin. Herwiha Taşçier li ber avahiya dibistanê daxwuyaniyek da û got: ‘Rejima 12ê Îlonê nedihişt tu kes legel zarokên xwe bi kurdî biaxifin niha jî dibistana ku zarok lê perwerdeya Kurdî dibînin girtin.'

    Mamosteyê dibistanê Rênas Yilmaz eşkere kir ku dibistan bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û ewê li hember vê ferasetê dê têbikoşin.

    Herwiha rayedarên dibinstanê diyarkirin dê ew serî li 2emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê avahî hilweşî: '3 polês mirin'
    Malbata Necar îdiayên Davutoglu û Erdogan derewandin
    ROJAVA - Tirkiyayê topbaran kir: 2 sivîl hatin kuştin û 2 zarok jî birîndar bûn
    Artêşa Tirkiyeyê darê zeytûnan ên Efrînê dibire û dîwar ava dike
    Navçeya Şedadê ji aliyê hêzên YPG û HSDê ve hat dorpêçkirin
    Li navçeya Sûrê pevçûn: 4 kuştî
    Amerîkayê dîsa bersiva Tirkiyeyê da: ‘Piştgiriya me ji bo YPGê wê bidome'
    Etîketan:
    Rejima 12ê Îlonê, perwerde ya kurdî, Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî, KURDÎ-DER, dibistana kurdî, girtin, Amed, Rênas Yilmaz, Iman Taşcier, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de