16:38 19 Sibat 2018
Zindî
    Şivan Necar

    Malbata Necar îdiayên Davutoglu û Erdogan derewandin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Pêşiyê Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu û paşê jî Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan ji bo teqîna li Enqereyê tawanbarî kir stûyê PYD û YPGê û got ku kesê bi navê Salih Necar êriş pêk aniye. Îro malbata Necar îdiayên Davutoglu û Erdogan derewandin.

    Recep Tayyip Erdogan
    © Foto: AA/ Mehmet Ali Özcan
    AMÛDÊ – Malbata El-Necar a ku li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê dijî diyar kir ku di nava endamên malbatê de kesê bi navê Salih Necar ku Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu behsa wî dike tuneye.

    Malbata Necar bi riya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji raya giştî re daxuyandin ku rayedarên tirk derew û îftirayên neheq dikin; herwiha kesekî bi navî Salih Necar li Amûdê tuneye.

    Şivan Mecîd Necar û Mihemed Xêr Cumaa Necar  xelkên bajarê Amûdê ne û wan jî daxuyandin ku kesekî bi navê Salih Necar ku sala 1992an hatibe dinê tuneye.

    Şivan Necar eşkere kir ku kesekî bi navê Salih Necar heye; lê temenê wî 60 sal e û niha li gundê xwe Bibo yê bi ser Amûdeyê dijî.

    Di heman demê Mihemed Xêr Necar jî ragihand ku li tevahiya Amûdeyê malbata Necar nas dike û got: ‘Dibe ku navekî Salih Necar li Sûriyayê hebe, lê li Amûdeyê tuneye. Li Amûdê tenê malbata me bi vî navî tê naskirin û ev nav tenê ji bo me tê kişandin.’

    Mihemed Necar
    Mihemed Necar

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê avahî hilweşî: '3 polês mirin'
    ROJAVA - Tirkiyayê topbaran kir: 2 sivîl hatin kuştin û 2 zarok jî birîndar bûn
    Li Bendava Tişrînê şerekî dijwar: 50 terorîst hatin kuştin
    Parlamentera HDPê: ‘Li Cizîrê 150 kes bi saxîtî hatin şewitandin'
    Artêşa Tirkiyeyê darê zeytûnan ên Efrînê dibire û dîwar ava dike
    Navçeya Şedadê ji aliyê hêzên YPG û HSDê ve hat dorpêçkirin
    Etîketan:
    Malbata El-Necar, Mihemed Xêr Cumaa Necar, Şivan Mecîd Necar, Amûde, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de