01:30 23 Hezîran 2018
YPG

YPG: ‘Êrişa Enqereyê ne karê me ye; lê Tirkiya hevalbendê xwe yê DAIŞê diparêze’

© Foto : FB
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku tu eleqeya wan bi êrîşa Enqereyê re nîn e û rayedarên Tirkiyayê ji bo rewakirina êrişên xwe yên li dijî Rojava û berdewamkirina alîkariyên xwe yên ji DAIŞê re vê îftirayê diavêjin wan.

Kobanî — YPGê di daxuyaniya xwe wiha got: ‘Di şert û mercên zor û zehmet de me şerekî dijwar li dijî terora El Nusra û DAIŞê meşand û em dimeşînin. Gelek derdor, dewlet û saziyên daxuyandin ku Tirkiya sponsorê van rêxistinên terorîst e; lê em wekî Tirkiyayê van riyên şaş naceribînin û li hemberî dewletên cîran nakevin nava hewldaneke leşkerî. Tevî hemû tehrîk û provakasyonan û êrişên Artêşa Tirkiya yên li ser sînorê Rojava, me bersiv neda êrişên wan û em bi berpirsyariya dîrokî tevgeriyan.'

Recep Tayyip Erdogan
© Foto : AA/ Mehmet Ali Özcan
YPGê daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk derewandin û got: 'Ne ev êrişa li Enqereyê ne jî êrişeke din ne karê YPGê ye. Artêşa Tirkiyayê û hikûmeta AKPê rastiya vê êrişê herî baş dizanin; lêbelê bi zanebûn rastiyan berevajî dikin. Davutoglu bi van daxuyaniyan hewl dide ku bingeha aloziya li  Suriyayê û êrişên li ser Rojava amade bike. Her wiha rayedarên tirk dixwazin ku li ser alîkariya xwe ya ku hemû cîhan dizane didin DAIŞê bigirin.’

Bi heman mijarî:

Ceyş El Suwar: ‘Topbarana Tirkiyayê ya li dijî deverên Rojava berdewam e’
Li Dêrsimê 7 kes hatin binçavkirin
Erdogan: ‘Ev kare PKK û PYDê ye'
Artêşa Sûriyeyê, bajarokê Kensaba yê stratejîk rizgar kir
Etîketan:
rayedarên dewleta tirk, sponsorê rêxistinên terorîst, daxuyanî ji êrişa li Enqereyê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de