15:44 24 Hezîran 2018
YJA STAR

HPG: ‘Li Qoserê 5 tîmên taybet hatin kuştin'

© Foto : Bestanuçe
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 22

HPGê daxuyanî da û diyar kir ku hêzên wan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî wesayîta zirxî ya tîmên taybet êriş pêk anîne û di encamê de 5 tîmên tirk hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku HPGê derbarê çalakiya ku hêzên wan di 14ê Sibatê de li Qoserê pêk anîne de daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPGê de hat gotin ku hêzên wan li taxa Mezapotamya ya Qoserê saet 01:30an de hêzên wan li dijî wesayîta tîmên taybet êriş pêk anîne û di encamê de wesayîta zirxî hatiye îmhakirin.

HPGê ragihand ku di encama êrişê de 5 tîmên taybet hatine kuştin lê çapemeniya tirk vêya veşartiye û weke 'polîsan teqemeniya berê pê hesiyabûn îmha kirin' weşandin.

Derbarê vê mijarê de ji hêla rayedarên tirk tu daxuyanî nehat dayîn.

Bi heman mijarî:

HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
HPG: Balafirên şer herêmên Avaşîn, Zap, û Metîna bombe kirin
HPG nasnameyên 2 şervanên xwe diyar kir
HPG: Li Çinarê zêdetirî 30 polês hatin kuştin
HPG: '4 leşker, 3 jî polês hatin kuştin'
HPG: Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
Etîketan:
HPG, Qoser, Mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de