16:42 25 Hezîran 2018
Sîlopî

Li Silopiyayê 4 cenazeyên din hatin teşhîskirin

© Foto : facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ji 48 cenazeyên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hatin qirkirin û ji bo karên otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê, 4 jê ji aliyê malbatan hatin teşhîskirin.

Silopya — Îro zêdetirî 50 malbatan ji bo teşhîskirina cenazeyên ku li jêrzemîna wehşatê de hatin qirkirin çûne saziya Tiba Edlî ya li Xabûrê. Cenazeyên ji ber şewitînê nehatin teşhîskirin vê carê malbatan ji ser wêneyan hewl dan teşhîs bikin.

Malbatên hatin saziya li Xabûrê, cenazeyên Aydin Erol, Ferhat Karadûman, Edîp Arvas û Nûrsel Dalmiş a 18 salî tespît kirin. Her wiha tê payîn ku cenazeyê Mûharrem Erbek ê 16 salî ku duh ji aliyê malbatê hatibû teşhîskirin û cenazeyên 3 welatiyên din ên hatin teşhiskirin ji aliyê malbatan ve bên wergirtin.

Bi heman mijarî:

Hêzên kurd bajarê Mareyê jî rizgar kirin
Malbata Eyup Ustek: ‘Ew li nexweşxaneyê hate înfazkirin'
Nasnameya şervanê YPGê hate eşkerekirin
102 parlamenterên Ewropayî ji bo PKKê îmze dan
Tîma Antî-Teror a YPSê hate avakirin
Encama 17 salên Îmraliyê: ‘Dewleta tirk xwest bêîrade bike; lê bi ser neket’
Etîketan:
Nûrsel Dalmiş, Edîp Arvas, Aydin Erol, Cizîr, Silopya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de