06:11 22 Sibat 2018
Zindî
    Lisa Çalan

    Ji bo Lisa Çalan kampanya

    © Foto: Evrensel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo Lisa Çalan a ku di êrişa li dijî mîtinga HDPê de lingên xwe winda kiribûn kampanyayek hate destpêkirin. Armanca vê kampanyayê ew e ku ji bo Çalan lingên protez û mesrefa dermankirina wê bên dabînkirin.

    Amed – 5ê Hezîranê 2015an li dijî mîtingeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrişeke bombeyî pêk hat; di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn ku Lisa Çalanê jî lingên xwe windakirin.

    Niha ji bo Çalanê kampanyayeke “indiegogo” ya bi navê “Bombe nikare hêviyê bikuje: Bila Lisa fîlmên xwe bikşîne” hatiye destpêkirin û heta niha 7 hezar dolar pere hatiye berhevkirin; lêbelê ji bo ku kampanya bigihêje armanca xwe divê 135 hezar dolar were berhevkirin.

    Peyama amadekarên kampanyayê wiha ye:

    ‘Lisa rastî gelek emeliyatan hat û daxwaza wê ya lingên protez ji aliyê dewletê ve hate redkirin. Ji ber ku girêdana lingên protez li Tirkiyayê biha ye û li Almanyayê jî erzan e, Lisa beriya 2 hefteyan çûye Almanyayê.
    Ji fîrmaya almanî daxwaza firotana bi teqsît hate kirin û ev daxwza hate qebûlkirin. Divê Lisa di demeke kurt de teqsîtên xwe bide û van protezan girêde. Heke pêvajoya standina protezan dirêj bikêşe dibe ku tamarên wê kin û lawaz bin û dê nikaribe protezan bi kar bîne.’ 

    Bi heman mijarî:

    Hêzên kurd bajarê Mareyê jî rizgar kirin
    Tirkiye li ber sînorê Kobaniyê tankan bi cih dike
    Malbata Eyup Ustek: ‘Ew li nexweşxaneyê hate înfazkirin'
    Ertugrul Gunay: ‘ Divê Tirkiye kujerê pîlotê rûsî ceza bike'
    Polêsan avêtin ser avahiya Şaredariya Cizîrê
    Nivîskarê tirk: ‘Erdogan dê bibe serok û Ocalan dê ji zindanê derkeve’
    Etîketan:
    alîkariya diravî, lingên protez, amadekarên kampanyayê, mîtîng, êrişa bombeyî, hejmara kuştî û birîndaran, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Lisa Çalan, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de