03:11 24 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên YPG û Volkan el Furat

    Hêzên kurd bajarê Mareyê jî rizgar kirin

    © Foto: HawarNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Hêzên HSDê yên bi pêşengiya YPGê de duh bajarê Tel Rifatê rizgar kiribûn. Îro jî bi eşîrên bajarê Mareyê re pêywendî danîn û bêyî şer kontrola bajêr kirin destên xwe.

    Mare — Hêzên Ceyş-ul Siwar ê ku yek ji pêkhateyên HSDê ne daxuyandibûn ku ew ji bo rizgarkirina bajarê Mareyê alîgirê şerkirinê nînin û bi wê mebestê bi eşîrên bajêr re ketibûn nav têkiliyan.

    Li gorî nûçeya Exbarê komên terorî ên ku li bajêr in qebûl kirine ku bajêr teslîm bikin û piştî vê yekê bajêr ketiye bin kontrola hêzên HSDê.

    ​Di nûçeyê de hat gotin ku komên terorîst ku di nav wan de Ehrar-uş Şam ê ku dewleta tirk piştgiriya wan dike jî heye ji bajêr derketine û ber bi Sandafê ve çûne.

    Nûçegîhanê Exbarê di nûçeya xwe de got: ‘Yek ji bajarên ku di destpêkê de li hemberî rejîmê serî hilda bajarê Mareyê bû. Ji ber vî wateya vê bajarê gelek girîng e.'

    #BreakingNews:#SDF #(QSD) enters Mare without fight,With this deal all groups in #Mare agree to withdraw to other…

    Posted by ‎قوات سوريا الديمقراطية QSD‎ on Tuesday, February 16, 2016

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye li ber sînorê Kobaniyê tankan bi cih dike
    Malbata Eyup Ustek: ‘Ew li nexweşxaneyê hate înfazkirin'
    Ertugrul Gunay: ‘ Divê Tirkiye kujerê pîlotê rûsî ceza bike'
    Polêsan avêtin ser avahiya Şaredariya Cizîrê
    Nivîskarê tirk: ‘Erdogan dê bibe serok û Ocalan dê ji zindanê derkeve’
    Kurdên Sûriyeyê, navenda xwe ya giştî li bajarê Pragê vedikin
    Etîketan:
    HSD, Ceyş El-Siwar, YPG, Tel Rifat, Mare
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de