22:53 25 Hezîran 2018
Beşa lezgîn a nexweşxaneyê

Malbata Eyup Ustek: ‘Ew li nexweşxaneyê hate înfazkirin'

© Foto : Doğu Haber
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Xizmê Eyup Ustek ê ku li Şirnexê hate kuştin diyar kirin ku beriya ew jiyana xwe ji dest bide pê re axivîne, rewşa wî baş bûye lê piştî rakirine nexweşaxaneyê hatiye înfazkirin.

Şirnex - Li taxa Dîcleyê ya Şirnexê welatiyê bi navê Uyup Ustek ê ku duh şevê ji bo sersaxiyê diçû mala xizmên xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndakirin û ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê demeke dirêj ma, zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê derbarê bûyerê de gihişte malbata Eyup Ustek. Xizmê Ustek ê ku dema hate  birîndarkirin ligel wî bû got: ‘Apê min wefat kiribû me telefonî Eyup kir, dema ku ew hat sekvanan gulebaran kirin. ‘Eyup xebatkarê şaredariyê bû. Me li taxê mudaxale kir û xwîna wî da sekinandin. Bi me re diaxivî. Rewşa wî baş bû. Me şand nexweşxaneyê. Dema ku me şand rewşa wî pir baş bû.'

Xizmê Ustek wiha got: ‘Ez jî tenduristvan im. Di çîpa wî de tiştek tunebû hinekî parçe bûbû. Lê tiştekî cidî nebû. Dê bi platî baş bûbûya. Xwên jê çû lê bi dayîna xwînê baş dibû. Rewşekî wî yê cidî tunebû. Çîpa wî bihata jêkirin jî rewşekî wî yê jiyana xwe ji dest bide tunebû.'

Xizmê Ustek da zanîn ku nîv saet beriya ku Ustek jiyana xwe ji dest bide bi hevre axivîne û rewşa wî baş bûye û ev agahî da: ‘Ev înfaz e. Tiştekî din nîne. Piştî kuj i emeliyatê derket em çûn cem. Gotibû baş im. Bi ken bersiv daye. Piştî nîv saetan agahiya mirina wî hat. Ev jibilî înfazê tiştek nîne.'

Piştî ku pêkanînên rêveberiya awarte dest pê kir ev 4 mehên dawî ne ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di bin dorpêçê de ye. Li nexweşxaneya ku şert û mercên xebatê yên tenduristvanan jî tuneye der barê rewşa birîndar û yênj iyana xwe ji dest didin agahî nayê wergirtin. Berê jî polîsan welatiyên li ber nexweşxaneyê ji bo der barê xizmên xwe de agahî bigirin disekînin gulebaran kiribûn.

Bi heman mijarî:

Li Hezexê 12 cerdevanan îstîfa kirin
Nasnameya şervanê YPGê hate eşkerekirin
Li Kobanê 15 Sibatê bi girseyî hate şermezarkirin
YPGê bersiv da Davutoglu: ‘Em ê Ezazê hildin'
102 parlamenterên Ewropayî ji bo PKKê îmze dan
Etîketan:
Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, Eyup Ustek, Şirnex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de