01:54 25 Hezîran 2018
Ertugrul Gunay

Ertugrul Gunay: ‘ Divê Tirkiye kujerê pîlotê rûsî ceza bike'

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Çandê yê berê Ertugrul Gunay destnîşan kir ku ji bo başbûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê divê Enqere kujerê pîlotê rûsî ceza bike.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Çandê yê berê Ertugrul Gunay di hevpeyvîna xwe ya ajansa RIA Novostiyê de destnîşan kir ku heke Tirkiye hemû pêwendiyên xwe yên Rûsyayê bide sekinandin wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne. Rûsya ji bo me ne tenê di warê turîzmê de girîng e. Rûsya, di erdnîgariya me de di warê bazirganî, îxracat, karen mitehîdî, çandinî û ewlehiyê de hevalbendekî girîng e.

Rûsya bi hêsanî dikarê cihê Tirkiyeyê dagire

Gunay, di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Rûsya, dikare bi hêsanî cihê Tirkiyeyê dagire û turîstên rûsî dikarin herin Misir, Yûnanîstan û Îtalyayê, kare mitehîdî jî dikare ji Ewropayê peyda bike. Heke em bi Rûsyayê re hemû pêwendiyên xwe bidin bidin sekinandin, em ê rastî pirsgirêkên mezin yên ekonomîk werin. Rûsya, ji bo me gelekî girîng e, em nikarin pişta xwe bidinê.'

Divê Tirkiye mijara kuştina pîlotê rûsî çareser bike

Ertugrul Gunay, di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Divê Tirkiye kujerê pîlotê balafira rûsî Su-24ê ceza bike. Li gorî Tirkiyeyê balafira rûsî sînor îxlal kir û li hemberî bertekan balafir xist. Lê dema dema ku balafir ket herdu pîlotan jî xwe avêtin, yek bi saxî filitî, yê din jî hat kuştin. Welatiyekî tirkî li xwe mikur hat ku wî pîlot kuşt. Divê Tirkiye vî kujerî bigre û heke sûç îspat bibe gerek ceza bike. Ev ji bo destpêka asayîbûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê dê bibe wekî şansekî.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Divê bi lez sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin
Di cıvîna Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdi de jibo Esad çi derket?
Davutoglu: 'Birêz Pûtîn mafdar e; Tirkiye û Rûsya şirîk in'
Konaşenkov: 'Rûsya, Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo Sûriyeyê rûnin masê'
Karlov: ‘Kujerê pîlotê rûsî, li Tirkiyeyê bi serbestî digere'
Etîketan:
Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê, Ajansa RIA Novostiyê, Ertugrul Gunay, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de