07:02 19 Sibat 2018
Zindî
    Cengiz Çandar

    Nivîskarê tirk: ‘Erdogan dê bibe serok û Ocalan dê ji zindanê derkeve’

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Nivîskarê tirk Cengîz Çandar diyar kir ku senaryoya hikûmetê ya nû wiha ye: ‘Erdogan dê bibe serok û Ocalan jî dê ji zindana Îmraliyê derkeve.’

    Enqere — Nivîskarê tirk Cengiz Çandar di nivîsa xwe ya duh de bal kişande ser senaryoyeke nû ya hikûmetê û zanyariyên xwe spartin dewletê ku dibêje: ‘Li gorî agehiyên ku ji “çavkaniyeke ewle” gihiştin min qanûna bingehîn a Tirkiyayê dê li gorî xwesteka Erdogan were guherandin û ew dê bibe serok. Ji aliyekî din ve heyeteke PKKê jî bi beşdariya Sabri Ok û Muzaffer Ayata tê avakirin ku muzakereyan bimeşîne.  Bi vî awayî Ocalan dê ji hebsa zindanê derkeve û derbasî hebsa malê bibe, sekretaryaya wî dê hebe û dê bikaribe mêvanên xwe pêşwazî bike.’

    Çandar ji bo piştrastkirina vê agehiyê wiha dibêje: ‘Rojnameya Hurriyetê dibêje ku metna Projeya Çareseriyê ji Qendîlê re hatiye şandin û gava Erdogan pesend bike dê were ragihandin; herwiha rojnameya Haberturkê jî dibêje ku agirbesteke tehkîmkirî di rê de ye.’

    Çandar derbarê pêvajoya çareseriyê ya nû de wiha dibêje: ‘Medyaya tirk dibêje ku heke dewlet xwesteka çekdanînê bi Ocalan bide qebûlkirin, wê hingê dewlet dê dest bi muzakereyan bike, rêveberiya herêmî xurt bike, qanûnên nû derxe ku gerîlayên PKKê bikaribin vegerin malên xwe, mehkûmên nexweş dê serbest bên berdan, Heyeta Şopandinê dê bê avakirin û sekretaryaya Ocalan dê çêbe.’

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya şervanê YPGê hate eşkerekirin
    IRAQ - Helîkoptera leşkerî ket: 9 mirî
    Yûnanîstan dê ji "Herêma Schengen"ê derkeve yan na?
    Li Hezexê 12 cerdevanan îstîfa kirin
    Rûsya: ‘Terorîstên Sûriyeyê piştgiriya çek û milîtanan ji Tirkiyeyê werdigrin'
    ÎDDIA - 'Di bodrûma wehşetê de 2 çawîşên tirk jî hatine kuştin'
    Parlamenterê CHPê: ‘Efgan Ala got lêxin û herin'
    Etîketan:
    Heyeta Şopandinê, mehkûmên nexweş, rêveberiya herêmî, pêvajoya çareseriyê ya nû, agirbesta tehkîmkirî, metna Projeya Çareseriyê, hebsa malê, hebsa zindanê, xwesteka Erdogan, qanûna bingehîn a Tirkiyayê, çavkaniyeke ewle, senaryoya nû ya hikûmetê, Cengiz Çandar, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de