02:13 22 Sibat 2018
Zindî
    Polês, tîmên taybet derê malekê dişkênin

    ÎDDIA - 'Di bodrûma wehşetê de 2 çawîşên tirk jî hatine kuştin'

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Cizîrê 2 çawişên pispor ên ku beriya 2 mehan winda bûn hate îdiakirin ku li bodrûma ku artêşa tirk lê komkujî pêk anî de hatine kuştin. Malbata leşkerekî ji bo teşhîsê hatiye Sîlopiyê û testa DNAyê daye.

    Sîlopî — Li navçeya Cizîrê 2 çawişên pispor ên ku di 12ê Kanûna 2015an de ji Qeroqola Gundê Yenîaslanbaşarê ji bo ku bikevin azmunan hatin navenda navçeyê û piştre ji wan agahî nehat wergirtin, hate îdiakirin ku li jêrzemînên wehşetê de hatine kuştin.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li ser vî agahiyê malbata leşkerekî ji bo teshîskirina cenaze hate Sîlopiyê û çû morgê lê di nava 48 cenazeyan de leşker teşhîs nekirine.

    Hate hinbûn ku malbata leşker çûye Mêrdînê jî ji ber ku encamek negirtiye hatiye Xabûrê.

    Malbatên ku zarokên wan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînan de hatin qirkirin ji bo teşhîskirina cenazeyan tên Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê hatiye avakirin. 

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Çi eleqeya Ezazê bi Tirkiyeyê re heye?
    Tirkiye, li ser moşekên ku davêje Ezazê ‘ji bo xatirê Sûr û Cizîrê' dinivîse
    Li Kobanê 15 Sibatê bi girseyî hate şermezarkirin
    YPGê bersiv da Davutoglu: ‘Em ê Ezazê hildin'
    Balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê xistin, ji baregeha Încîrlîkê rabûn
    Li Hezexê 2 teqînên dijwar!
    102 parlamenterên Ewropayî ji bo PKKê îmze dan
    Etîketan:
    Silopya, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de