13:56 19 Hezîran 2018
Midexaleya polêsan

Parlamenterê CHPê: ‘Efgan Ala got lêxin û herin'

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê CHPê Ugur Bayraktutan piştî midexaleya polêsan ya Cerattepeya Artvînê daxuyanî da û got: ‘ Me hemû wezîr qanih kirin, lê me Efgan Ala qanih nekir.

Navenda Nûçeyan — Parlamenterê CHPê yê Artvînê Ugur Bayraktutan piştî midexaleya polêsan ya Cerattepeya Artvînê daxuyanî da û got: ‘ Me hemû wezîr qanih kirin, lê me Efgan Ala qanih nekir, gotiye lêxin û herin.

Rayedarên şirketê ji bo ku kaneyên herêma Cerattepeya Artvînê derxînin, dema bi polês, leşker û wesayîtên zirxî çûne herêmê gengeşî derket.

Parlamenterê CHPê yê Artvînê Ugur Bayraktutan û parlamenterê Sînopê Bariş Karadeniz jî çûn cihê bûyerê. Herdu parlamenter piştre derketin pêşiya berîqeta polêsan û rastî midexaleyê hatin.

Bu video Adobe Flash Player'ın son sürümünü gerektirmektedir.

Adobe Flash Player'ın son sürümünü indirin.

Tenê Efgan Ala qanih nebû

Bayraktutan piştî midexaleya polêsan daxuyaniyeke çapemenî da û got: ‘ Me hemû wezîr qanih kirin, tenê Wezîrê Navxweyî Efgan Ala me qanih nekir, gotiye lêxin û herin. Herkes qanih bû ji xeyrî wî. Ez, ji vir tiştekî jê re nabêjim, hetanî em herin parlamentoyê em ê hev bibînin.'

Camên wesayîtan hatin şikandin

Di vê navberê de piştî midexaleya polêsan ya li dijî gelê Cerattepeyê bû sedema şikandina gelek camên wesayîtan. Gelê herêmê bi kevir avêtinê xwe parastin û bersiva midexaleya polêsan dan, lê kevirê ku hatin avêtin camê gelek wesayîta hilweşandin.

 

 

Bi heman mijarî:

Tirkiye, li ser moşekên ku davêje Ezazê ‘ji bo xatirê Sûr û Cizîrê' dinivîse
Tirkiye: ‘Ji bo operasyona bejayî ya Sûriyeyê, em bi koalîsyonê re hevdîtinan dikin'
Tirkiye: ‘Em Amerîkayê şermezar dikin'
Tirkiye: 'Bila Amerîka biryar xwe bide yan em yan jî PYD'
Tirkiye wê vîzeyê ji rojnamevanê rûsî bixwaze
Etîketan:
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, CHP, Bariş Karadeniz, Ugur Bayraktutan, Efgan Ala, Artvîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de