18:08 24 Hezîran 2018
Hevseroka Giştî yê HDPê Figen Yuksekdag

Yuksekdag: Çi eleqeya Ezazê bi Tirkiyeyê re heye?

© Foto: Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Îro di komcivîna HDPê de Hevserok Figen Yuksekdag axivî û pêngava serkeftî ya hêzên QSDê anî ziman û ‘Çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye" bibîrxist û pirsa ‘Çi eleqeya Ezazê bi Tirkiyeyê re heye' kir.

‘Bi giştî 258 kes hatin qetilkirin'

Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag di civîna komê ya heftane ya partiya xwe de der barê rojev û geşedanên dawî de nirxandin kirin. Yuksekdag di axaftina xwe de balê kişand ser rewşa şer û pevçûnê ya li Tirkiyeyê û got ‘Li Cizîrê di 3 jêrzemînên wehşetê de nirxên mirovahiyê û gelên Tirkiyeyê bi hovitiyê hate qetilkirin û îxtîdara siyasî bi vê wehşetê re pesnê xwe dide.' Yuksekdag da zanîn ku di dorpêça Cizîrê de bi giştî 258 kes hatine qetilkirin.

'Serê DAIŞê ket tengasiyê Tirkiye ket nav tevgerê'

Yuksekdag li ser geşedanên Rojava û Sûriyeyê jî axivî û destnîşan kir ku pêngava rizgarkirinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi serkeftî dimeşe. Yuksekdag diyar kir ku ji ber çeteyên DAIŞê ketine tengasiyê Tirkiye ketiye nav liv û tevgera xilaskirina çeteyan û wiha pê de çû: ‘Cîrantiya bi çeteyên faşîst re rewa dibînîn lê naxwazin bi ‘urdan re bibin cîran.'

'Çi eleqa Ezazê bi Tirkiyeyê re heye'

Yuksekdag gotinên rayedarên hikumeta AKPê ya dema berxwedana Kobanê ên wekî ‘Çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye' bibîrxist û pirsa ‘Çi eleqeya Ezazê bi Tirkiyeyê re heye' kir.

‘Ocalan rast gotinbû'

Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de ji ber salvegera girtina Ocalan û tecrîta li ser wî tê meşandin de jî axivî û wiha got: ‘Ev 9 mehên dawî ye ku destûr nadin bi kesî re hevdîtin bike û tecrîda giran li ser wî heye. Yên ku tecrîdê dikin naxwazin ku jiyaneke aştiyane pêş bikeve. Birêz Ocalan gotibû 'Dê li herêmê şerek mezin biqewime û divê li hemberî dîktatoriyê, li hemberî şer xeta aşitiyê were pêşxistin. Tifaqa gelan were pêşxistin.' Ocalan rast gotibû. Ji ber ku rast dibêje û gelên Tirkiyeyê diparêze rastî tecrîda giran tê.'

Bi heman mijarî:

HDP: Eger tiştek bi Yuksekdag bibe, berpirsyar AKP û Erdogan e!
Yuksekdag: Em gavekê jî paş ve naçin
Yuksekdag: Daxwaznameyên me li hundir in. De werin meydanê!
Derbarê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn
Yuksekdag: ‘Kolandina xendekan ne sedemek e, encamek e'
Etîketan:
HDP, Figen Yuksekdag, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de