14:57 19 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    102 parlamenterên Ewropayî ji bo PKKê îmze dan

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    102 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê' were derxistin tevlî kampanyaya îmzeyê bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li Ewropayê hewldanên polîtîk û dîplomatîk ên ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê' were derxistin her ku diçe xurtir dibe. Beriya niha li Parlamentoya Ewropayê (PA) ji bo PKK ji lîsteyê were derxistin kampanyaya îmzeyê hatibû destpêkirin.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku herî dawî ji hemû komên siyasî yên parlamentoyê, 102 parlamenter îmze dan kampanyayê û daxwaz kirin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

    2 parlamenterên ku kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin dê saet di 12.00an de li Qada Schumanê ku Komîsyona Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê lê ne, tevlî civîna çapemeniyê dibin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mersînê operasyon: Herî kêm 50 kes hatin binçavkirin
    Siyasetmedarê rûs: ‘Divê em Kurdistana Tirkiyayê wekî dewlet nas bikin’
    YPG gihişte ber derê Ezazê
    Li navçeya Hezexê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Etîketan:
    Parlamentoya Ewropayê (PE), PKK, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de