14:42 25 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Tirkiye: ‘Ji bo operasyona bejayî ya Sûriyeyê, em bi koalîsyonê re hevdîtinan dikin'

    © AP Photo/ Mursel Coban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre rayedarekî Tirkiyeyê û ragihandiye ku Tirkiye, ji bo operasyona bejayî ya Sûriyeyê bi koalîsyonê re hevdîtinan dike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre rayedarekî Tirkiyeyê û ragihandiye ku Tirkiye û Îsraîl di her mijarê de hindik maye li hev bikin û her wiha ji bo operasyona bejayî ya Sûriyeyê jî bi koalîsyonê re hevdîtin têne kirin.

    Di daxuyaniya rayedarên Tirkiyeyê de xalên ku derketine pêş ev in; Tirkiye, ji bo operasyona bejayî ya Sûriyeyê bi koalîsyonê re hevdîtinan dike. Şerê Sûriyeyê bêyî operasyona bejayî nayê sekinandin û divê Amerîka û dewletên rojavayî jî di operasyonê de cih bigrin. Heke di nava mutefiqan de hevkarî çêbibe, Tirkiye wê tev li operasyona bejayî bibe.

    4 balafirên Siûdî wê li Încîrlîkê bi cih bibin

    Rayedar di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, hetanî dawiya meha sibatê wê 4 balafirên Erebîstana Siûdî li Încîrlîkê werin bi cih kirin. Ji hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu ya Belgiradê û vir ve pêwendiya dîplomatîk bi Rûsyayê nehat dayîn. Tirkiye, li gorî çarçoveya rêbazên angajmanê êrişa topbaranî li dijî YPGê kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: ‘Em Amerîkayê şermezar dikin'
    YPG: ‘Tirkiye, ji bo piştgiriya El Nûsrayê êrişî me dike'
    Medvedev: ‘Tirkiye, qada NATOyê ji êrişan re xiste hedef'
    FLAŞ ÎDIA - Arteşa Tirkiye bi bombeyên mîsketan êrişî kurdan dike
    HSD: ‘Tirkiye hetanî bixwaze bila êriş bike, em dev ji tekoşîna xwe bernadin'
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Ajansa Reutersê, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de