01:55 25 Hezîran 2018
YPG

YPG gihişte ber derê Ezazê

© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Piştî rizgarkirina bajarokê Til Rifet ji destê terorîstên El Nusrayê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundê Kefir Nasih ku bi qasî 10 kîlometroyî dûrî Ezazê ye jî rizgar kir.

Tel Rifet — Duh YPGê li ser hesabê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) yê Twitterê ragihandibû ku bajarokê Til Rifetê ji destê terorîstên El Nusrayê derxistiye û bajar wekî herêmeke leşkerî îlan kiriye.

Îro jî YPGê li ser heman hesabî eşkere kir ku gundê Kefir Nasih ji destê terorîstên El Nusrayê derxistiye û ji bo rizgarkirina gundê Mareyê jî muzakereyan pêk tîne, dibe ku bêyî şer gund bikeve bin kontrola YPGê.

​​Ji aliyekî din HSDya ku pêkhateyeke wê jî YPG ye diyar kir ku beşek ji Artêşa Azad tev li refên HSDê bûye û HSDê beşdariya wan qebûl kiriye.

​​YPGê diyar kir ku piştî rizgarkirina Til Refetê, Tirkiyayê devera rizgarkirî daye ber top û bombeyan; lewma jî alîkariyên mirovîn negihiştine bajêr.

​​​Di encama van rizgarkirinan de gelek çekên giran û tank ketin destê YPG û Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD).

Bi heman mijarî:

Pisporê amerîkî: ‘Tirkiya PYDê dike bihane ku NATO û Rûsyayê berde hev’
Almanyayê bangî Tirkiyeyê kir: 'Êrişên li dijî kurdan biterikîne!'
Heyder Ebadî: ‘Petrolê bidin me, ez ê mûçeya Pêşmerge bidim'
HSDê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Etîketan:
Kefir Nasih, Ehrar El Şamê, Til Rifet, kontrolkirin, pêşketinên HSDê, Ezaz, YPG, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de