18:07 24 Hezîran 2018
Heyeta Aştiyê

Heyeta Aştiyê, ji bo dawiyê li şer bîne çû Tirkiyeyê

© Foto : K24
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ji bo sekinandina şerê li bajarê kurdan çû Stenbolê. Heyet dê bi hinek aliyên civakê re hevditînan bike.

Stenbol - Yek ji Heyeta Aştiyê ku li Zanîngeha Cambrîdgê akademisyen e Jeffrey Miley diyar kir ku, van bûyerên dawî jî nişan da ku tevgera kurdan bi zor û tundiyê nayê sekinandin.

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ji bo bi dawî kirina şer û çareseriya pirsa kurdan çû Tirkiyeyê. Digel vê çarçoveyê, heyet ji bo ditîna Abdullah Ocalan serî li Wezarata Dade da. Her wiha ji bo daxwaza hevdîtina Wezîrê Dade jî bi rayedarên re peywendî danî.

Ji Zanîngeha Cambrîdgê Akademîsyen Jeffrey Miley (Cef Maynî) dest nîşan kir ku li Rojhilata Navîn şer heye û şer hedî hedî derbasî Tirkiyeyê dibe. Eger bi Ocalan re hevdîtin pêk were û şer were bi dawî kirin ev yek wê bo aştiya herêmê jî encamek derxe holê. Her wiha divê pirsa kurdan, di çarçoveya maf û azadiyê de were axaftin.

Mîley got: ‘Beriya her tiştî, li Tirkiyê pêwiste hemû kes alî fikir û nêrinên xwe bîne ziman. Ji bo vê divê azadiya axaftinê hebe. Di gel vê yekê pêwîst e Ocalan jî fikrên xwe bîne ziman.'

Aktîvîstê Mafên Mirovan û Rahîbê Dêra Katolîk Joe Ryan jî got: ‘ Divê ji bo gotûbeja aştiyê şer bisekine, ji ber eger şer hebe mirov nikare behsa aştî û mafên mirovan bike, hikûmeta Tirkiye, lazim e ku nîyeta xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê jî zelal bike.'

Bi heman mijarî:

PE: 'Bê Kurdistanê aştî nabe!'
Barzanî: Aştî bê Ocalan nabe
Ahmet Turk: Kurd nebin aştî nayê Rojhilata Navîn
Barzanî: 'Divê Kurd bi aştî ji Îraqê cuda bibin'
Baydemîr: "Em dixwazin aştiyê wek mîras ji zarokên xwe re bihêlin"
Etîketan:
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Zanîngeha Cambrîdgê, Dêra Katolîk, Joe Ryan, Abdullah Ocalan, Jeffrey Miley, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de