21:19 18 Sibat 2018
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Heyder Ebadî: ‘Petrolê bidin me, ez ê mûçeya Pêşmerge bidim'

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, heke Herêma Kurdistanê tevahiya petrola xwe bide Bexdayê, ew dikarin mûçeyê karmendên Kurdistanê bidin.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, duhî ji televîzyoneke iraqî re li ser rewşa Herêma Kurdistanê axivîbû û gotibû, Herêma Kurdistanê %16ê petrola Iraqê difroşe çawa nikare mûçeyê karmendên xwe bide. Heke Herêma Kurdistanê tevahiya petrola xwe radestî Bexdayê bike, em dikarin mûçeyê karmendên wan jî bidin.

    Derheqê van daxuyaniyên Ebadî de, parlamenterê kurd ê Iraqê û endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd ragihand ku, Ebadî rast nabêje çimkî nikare vê yekê bike.

    Reşîd di axaftina xwe de got: ‘Ebadî dizane ku Hikûmeta Kurdistanê nikare tevahiya petrola Kurdistanê bide Bexdayê lewma vê yekê dibêje. Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 30 şîrketên petrolê re girêbest îmze kiriye, eger dest ji wan girêbestan berde divê tezmînatek mezin bide ev jî dê ziyanek mezin li Kurdistanê bide.'

    Reşîd anî ziman ku tenê navên 682 hezar karmendên Kurdistanê li ba Bexdayê hatine tomarkirin, li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê derdora milyonek û 400 hezar kes, mûçe ji hikûmetê distînin.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: 'Em reforma Barzanî nas nakin'
    Iraq: 'Em miaş jî nadin Pêşmerge, serfermandariya artêşê jî teslîmî kurdan nakin'
    NATO: ‘Amerîka ji bo Iraq û Sûriyeyê alîkarî ji me xwest'
    Iraq bihayê 2 mîlyar dolarî çek distîne
    Iraq: Tirkiye derewan dike, DAIŞê êrişî Başîqayê nekiriye
    Etîketan:
    Hêrêma Kurdistanê, Serokwezîrtiya Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de