23:50 22 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    Terorîstên DAIŞê bi malbatên xwe ve ji 2 bajarokên Mûsilê vekişiyan

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, terorîstên DAIŞê ji 2 bajarokên Mûsilê vekişiyan e û malbatên xwe jî ligel xwe birine.

    Navenda Nûçeyan - Ajansa Tesnîm a îranî li ser zarê şêniyên bajarokên Mehlebiye û Hemîdat ên rojavayê Mûsilê veguhestiye ku, terorîstên DAIŞê bi temamî ji wan her du naveyan vekişiyan e.

    Roja 9-10 Hezîrana sala 2014an, çekdarên DAIŞê Mûsil girtin û dewleta xwe ragihandibûn.

    Li gorî ku şêniyan diyar kiriye jî, çekdarên DAIŞê malbatên xwe jî ligel xwe birine, ji ber ku kes tola xwe ji wan nestîne.

    Heta niha ev nûçe ji aliyên fermî ve nehatiye piştrastkirin, lê amadekarî bo destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê berdewam in.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - Balafirên şer bankeyên DAIŞê bombebaran kirin
    MÛSIL- 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    MÛSİL - Şer û pevçûn: 32 bombe 16 otomobîl 70 kuştî
    MÛSİL - Balafirên şer li ser DAIŞê bombebarandin
    Etîketan:
    Ajansa Tesnîm a îranî, DAIŞ, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de